‘Em piştevaniya gelê Şengalê dikin’

Endama Kongreya Star a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Ismaîl lihevkirinên li ser gelê me nirxand û da zanîn ku gelê ku bi israr li dijî her cure desthilatdarî tekoşîn bike wê di dawiyê de bi serkeve

https://www.youtube.com/watch?v=TSO-ivuC6jw

Cîhan Îsmaîl li ser rewşa Şengalê ev nirxandin kir: “Destê dewleta tirk di her pilan û komkujiyan de heye. Ev pilan bi alîkariya dewleta tirk tê kirin, her kes di wê ferqêdeye ku dewleta tirk dixwaze navbera kurdan xirab bike û tevlîheviyan derxe holê. Mixabin kesên ku alîkariya ji dijminê kurdan re dike ne kurdin, ji ber kurdîtiya xwe winda kirine. Di sala 2014’an de fermanek li ser Şengalê pêk hat, wê demê Şengal girêdayî PDK’ê bû, lê PDK’ê gel neparast. Bi van pilanên qirêj dixwazin cardin fermanekê nû bi serê gelê Şengalê de pêk bînin. Ruxmê hemû xeteriyan welatiyên Şengalê li ser piyanin û rûmeta xwe diparêzin.”

“GELÊ ŞENGALÊ SAZÎ Û DEZGEHÊN XWE AVA KİRİN”

Cîhan destkeftiyên ku welatiyên me bi dest xistine jî bibîrxist û wiha pêde çu: “Şengal bi xwîna bi hezaran lehengan hatiye rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê gelek serkeftinên mezin hatin bi dest xistin û welatî sazî û dezgehên xwe ava kirin. Niha welatî xwe bi xwe bajêrên xwe bi rêve dibin. Ji ber serkeftina gel desthilatdar û dijmina kurdan tehemûl nekir û cardin dixwazin Şengalê bixin bin hikmê xwe, lê gelê Şengalî rêya berxwedanê hilbijartin û li ber xwe didin.”

“ÊZÎDÎ XWEDÎ Lİ NİRXÊN XWE DERDİKEVİN”

Cîhan Îsmaîl berxwedana xelkê me li Şengalê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê wiha şîrove dike: “Di sala 2014’an de pilanên dijmin vala derket, gelek kes bûne şahidê bûyera Şengalê lê hemû dewlet bê deng man. Çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta tirk a faşîst xwestin di wî şerî de ola Êzidiyan tune bikin, lê Kurdên Êzîdî xwedî li nirxên xwe derketin û heye roja îro jî çanda xwe li beramberî dijminên xwînxar diparêzin.”

“TÊKOŞÎN Û İSRARA GELÊ ŞENGALÊ”

Cîhan Îsmaîl herî dawî diyar kir ku têkoşîn û israra gelê me li beramber desthilatdaran xurt e û wiha bi dawî kir: “Dema ku mirov bixwaze gelekî qirbike, di civakê de destpêdike, îro jî dewleta tirk û hevkarên wî dixwazin gelê Şengalê tune bikin û wan di fermanan re derbas bikin. Ev yek ji bo dewleta tirk wê xewin û xeyalbin ji ber ku têkoşîn û israra gelê Şengalê li beramberî hemû cureyên desthiladariyê xurtir e. Mirov dema vedigere dîroka dewleta tirk gelek qirkirina gelan pêk anîne, loma dema behsa dewleta tirk tê kirin yekser kiryar û bê exlaqiya dewleta tirk tê ziman.”

ÇAVKANÎ: DILUCAN BOZÎ-KOBANÎ-ANHA

Show More
Back to top button