Li Şengalê li 21 navendan dengdan sekiniye

Li Şengalê ku dengdan saetek bi derengî destpê kir, niha jî li 21 navendan bi hinceta “cîhazên dengdanê naxebitin” dengdayîn sekiniye.

Ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê, li Şengalê dengdan vê sibehê saetek bi derengî destpê kiribû. Li 31 navendan dengdayîn dom dike. Lê li 21 navendan dengdayîn bi hinceta pirsgirêkên teknîkî dengdayîn sekiniye.

Li gor zanyariyên nûçegihanên ajansa me ragihandine li navenda Şengalê û komelgehên Borik, Tilezêr û Xanesorê bi giştî li 21 navendan bi hinceta “cihaza dengdayînê naxebite” dengdayîn sekiniye. Ji ber vê sedemê li van navendan gelê Şengalê niha nikare dengê xwe bikar bîne.

Derbarê mijarê de rayedarên komîsyona hilbijartinê yên Şengalê dibêjin ku ev pirsgirêkek teknîkî ye û wê di demeke kurt de were çareserkirin. Lê nayê zanîn ku wê ev pirsgirêk kengî çareser bibe.

Çûyîna gelê Şengalê ya ser sindoqan berdewam dike.

ROJNEWS -ŞENGAL

Show More
Back to top button