Jinên Şengalê xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin

Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê ji bo pêşwazîkirina çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê, pankart, alên TAJÊ, YJŞ’ê û posterên jinên pêşeng li nava Sinûnê û Xanesorê daliqandin û kartên vexwendinnameyê belavkirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi armanca amadekarî û pêşwazîkirina Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî 8’ê Adarê, bi hevkariya Şaredariya Gel pankart û alên TAJÊ û YJŞ’ê daliqandin.

Li ser pankartan, dirûşmên, ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, emê hilînin tola 74 fermanan’ û ‘Jina Azad bingeha Civaka Demokratîk û Azade’ li navenda bajêr daliqandin.

Ji bo meşa 6’ê Adarê ya li Sinûnê û pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Baxçê Serokatî ya Kersê jî vexwendinname li nava gel hatin belavkirin û ji herkesê hate xwestin beşdarê çalakî û pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin.

Show More
Back to top button