Ji bo Kutî Xidir Şengal ji herderê xweştire 

Kutî Xidir ê ji Xanesorê ruxmê ku bi destekî têkoşîna jiyanê dide bi sedan pez, kevok û mirîşk xwedî dike û li şaredariyê jî xizmeta gel dike. Kutî hincetên li ber vegera gel qebûl nake û dibêje: “Ez niha bi destekî me lê bi dehan kes hene ji min baştir dikarin xwe bidin jiyankirin lê ew venagerin.”

https://www.youtube.com/watch?v=DsQFz2s6lo8

Li Şengalê bi hezaran mirov hene û bi şêwazên cûda dijîn. Lê dema navê Şengalê tê ser ziman, beriya her tiştî qetilkirin, talan û ferman tê bîra herkesî. Gelên Şengalê çawa dijîn û ziraviyên jiyana li Şengalê çawa ne, ev rastî pir kêm tê zanîn. Êş, derd û kulên fermanan wekî perdeyek li ser jiyana civakî ya Êzidiyan digire û ev dibe sedem raya giştî jî ragihandin jî, rastiya jiyana Êzidiyan ji bîr bikin an jî baş nebînin. Ji bo em yek ji mînakên xweş a jiyana li Şengalê bidin xuyakirin, em bûn mêvanê welatiyê bi navê Kutî Xidir ê ji bajarokê Xanesorê.

Jiyana bi yek destî ji Kutî re nebûye asteng

Kutî ji dayikbûnê ve nikare milekî xwe bi kar bîne û tenê bi destekî dikare karê xwe bimeşîne. Lê ev astengî rê li ber jiyana wî negirtiye û wî her tim hewl daye jiyaneke bi coş, bi wate û bi ked bijî. Ew li ser axa pîroz a bav û kalan, bêyî ku destê xwe ji tu kesekî re veke, debara jiyana xwe û malbata xwe dike. Wî 45 salên bi ked û têkoşîn li pey xwe hiştine lê bi coş û kelecana xwe ya jiyanê hê jî wekî ciwanekî tevdigere.

Xwe li hemberî xweza, civak û malbatê berpirsiyar dibîne

Kutî, xwe tenê bi karekî re jî sînordar nekiriye. Ango ked û hewldanên wî ne tenê ji bo debara malê ye. Ew di heman demê de li pey jiyaneke xwezayî ye û ji bo vê jî bi sedan pez, kevok û mirîşkan jî xwedî dike. Kutî di heman demê de xwedî 5 zarokan e û wekî hevalekî bi wan re dide û distîne. Loma di gelek kar û barên rojane de jî, zarokên wî alîkariya wî dikin. Taybetmendiyên wî yên civakî ne tenê di têkiliyên malbatî de, an jî di têkiliyên wî yên bi xwezayê re xwe nîşan didin. Wî berpirsyariyekî karê civakî jî girtiye ser milên xwe û li Şaredariya Xanesorê kar dike. Kutî berpirsê jeneratora taxekî Xanesorê ye ku her roj ceyranê dide malên bi dehan malbatan.

Vegera Şengalê û avakirina jiyaneke nû

Çîroka Kutî, mînakeke baş a bersivdayîna fermanê, çîrokeke geş a vegera Şengalê ye jî. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an piştî demekî kurt a koçberiyê, biryar dide vedigere Şengalê. Dema vedigere Şengalê, bi îradeya xwe û bêyî ku pişta xwe bi tu kesî ve girêbide, destpêkê dest bi xwedîkirina pez dike. Piştî demekî bi vegera gel a ji Şengalê re, ji aliyê Şaredariya Gel a Xanesorê ve jeneratorekî ceyranê teslîmî wî tê kirin, bi şev û roj nêzî 10 saetan nobetê digire. Bi keda xwe malên derdora xwe ronî dike.

‘Şengal ji her derê xweştir e’

Ruxmê ku barê li ser milê wî giran e jî, belavbûna Êzdiyan û dûrketina ji Şengalê jê re bûye kulekî mezin ji bo wî. Loma bang li Êzidiyan dike ku vegerin ser malên xwe û ji bo rê li fermanên nû bigirin yekîtiya xwe xurt bikin. Kutî dibêje: “Piştî fermanê em vegeriyan ser malên xwe li Xanesorê. Ev der ji me re ji her derê xweştir e. Em bi vê jiyanê razî ne û em xwe bi xwe birêve dibin. Tu pirsgirêk ji bo me nîne, em bi ewlehî tên û diçin. Gelek kes hene li Başûrê Kurdistanê ne û naxwazin wek me bijîn. Ew ji vê jiyana ku em tê de ne hez nakin lê ji bo min Şengal ji her derê xweştir e.”

‘Li Ewropayê dijîn, cenazeyê wan tînin Şengalê!’

Kutî gotinê tîne ser Êzidiyên ku koçî Ewropa kirine û wiha rexne li wan jî dike: “Em dibînin gelek kes li Ewropa dimirîn lê cenazeyê wan tînin Şengalê, madem em dizanin ku Şengal cihê me ye eger bi saxî em ne li Şengalê bin, wê bi mirîtî me bînin Şengalê. Hema bila em li ser axa xwe bin. Eger min xwestiba ezê biçûma derveyî welat. Wê demê tenê dû zarokên min hebûn, her kesî digot biçe derveyî welat lê min Xanesor hilbijart. Ji ber dizanim eger ez bimirim jî her cihê min evder e. Bila li vir bimirim û min li ber mizargeha Şêbilqasim veşêrin, ne li Ewropa.”

Di salên dawî de berf û baran kêm dikeve Şengalê û herêma derdor. Ji ber hişkesaliyê bandor li ser Kutî jî bûye. Bi taybet dema baran kêm bibare xwedîkirina pez jî zehmet dibe. Loma Kutî jî hejmara pezên xwe kêm kiriye lê dîsa ew pez, mirîşk û kevokan xwedî dike. Her wiha ji bo karibe xwe bide jiyankirin nobedariya jeneratora taxê jî dike.

‘Serkeftin ne bi pere ye’

Tecrubeya jiyanê, zanînekî xwezayî jî bi Kutî daye qezenc kirin û ku li ser wateya jiyanê van gotinan dibêje: “Serkeftin ne bi pere ye. Bila em bi aramî bijîn, destê xwe dirêjî kesî nekin. Ji me re baştir e ku em bê minet bijîn, dema em mirin bila xelk bêje ‘Rehma xwedê lê be’, ev gotin ji bo me bes e. Em niha diaxivin, gelek kes hene ku axaftina me ne bi dilê wan e lê heya niha di Xanesorê de min tu kes nedîtiye ku jiyan bi wî ne xweş be û nikaribe xwe bide jiyankirin. Lê beşek ji gel heye her çavê wan birçî ye. Beriya fermanê rê û cih ji xelkê re nebû gelo wê demê xwe bi çi didan jiyankirin?”

‘Ez bi destekî me û li Şengalê me’

Kutî hincetên li ber vegera gel, zimanê belengazî û rebeniyê jî rast nabîne û qebûl nake. Di vê mijarê de jî rexne û hişyariyan li civaka Êzidî dike û wiha diaxive: “Ez niha bi destekî me lê bi dehan kes hene ji min baştir û rehettir dikarin xwe bidin jiyankirin lê ew venagerin. Kesek hebû di nav konan de digot ‘10 hezar dolarên min şewitîne’,  ê wê demê madem hewqas pereyên te hene çima venagerî Şengalê ji xwe re mal ava nakî û pê kar nakî?”

Ked û têkoşîna Kutî, rêya rast a jiyanê jî radixe ber çavan. Her çiqas wî ji bo xwe jiyaneke azad û bi wate ava kiribe jî, belavbûna civaka Êzidî û dûrketina wan a ji Şengalê ji bîra wî naçe. Ji ber vê jî bang li hemû Êzidiyan dike ku vegerin Şengalê û tifaqa xwe xurt bikin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button