‘PDK’ê şer kiribûna li Şengalê komkujî nedibû’

Hecî Resûl yê ku bi xwe jî berê PDK'yî bo anî ser ziman ku PDK û ENKS bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin û got heger dema fermana 2014’an li ser Şengalê pêkhat PDK şer kiriba wê komkujî li Şengalê pêknehatîban

Hecî Resûl ê Rojavayî ku emrê wî di ser 80 salî re ye, endamekî berê yê PDK’ê ye. Cihê xwe di nava partiya destpêkê ya siyasî ya Kurdên li Rojava de girt. Di sala 1961’ê de tevlî pêngava Kurdan a li Başûrê Kurdistanê bû. Ji sala 1985’an ve PKK’ê nas dike. Ji malbata Hecî Resûl gelek kes tevlî nava refên PKK’ê bûne û gelek jî şehîd bûne. Hecî Resûl ku sala 1961’ê tevlî raperîna gel a li Başûr bû û gelek caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kiriye.

Hecî Resûl qala tevlîbûna xwe ya li raperîna çekdarî ya 1961’ê ya li Başûrê Kurdistanê, her wiha qala PKK’ê kir. Bi vî rengî cudahiya navbera herdu partiyan ji ajansa anf re vegot.

Hecî Resûl anî ziman ku PDK û ENKS li gorî daxwaza dewleta Tirk tevdigerin û bi vî rengî PKK’ê û Şoreşa Rojava dikin hedef: “Em ne şer, lê yekîtiya Kurdan dixwazin. Lê belê daxwaza me yekîtiya rastî ye. Eger aliyek nikaribe xwe ji dijminê Kurdan ji dewleta Tirk û çeteyên wê vegire hingî yekîtî pêk nayê. Li wir xiyanet li gel tê kirin.”

‘EM JI BO WELAT Û KURDÎTIYÊ TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛN’

Malbata Hecî Resûl di sala 1940’î de ji Bakurê Kurdistanê koçî Rojavayê Kurdistanê kir û li Dêrikê bi cih bû. Sala 1957’an tevlî nava Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê bû ku yekemîn partiya siyasî ya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ye. Hecî Resûl sala 1961’ê dema ku li Başûrê Kurdistanê pêngava gel dest pê kir, tevlî bû. Hecî Resûl bi rêveberên payebilind ên PDK’ê re hevdîtin kir ên ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de diçûn û dihatin. Her wiha li Rojava tevlî karên têkiliyên derve û rêxistinbûnê yên PDK’ê bû. Birayê wî sala 1973’an tevlî nava pêşmergeyan bû û li Geliyê Zaxoyê ji aliyê milîsên dewleta Iraqê ve bi giranî hate birîndarkirin.

Hecî Resûl ku wê demê PDK’î bû wiha axivî: “Em ji partiyê bûn. Dema ku şoreşê dest pê kir, ji bo welat û Kurdîtiyê em tevlî şoreşê bûn. Ne tenê em, gelek kes ji Rojava çûn Başûr û tevlî pêşmergeyan bûn. Min bi xwe herî kêm 4 caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kir. Tevlî kongreyê bûm. Komun, rêxistinên li Rojava, me alîkarî dan şoreşa li Başûrê Kurdistanê. Min notên wan dibir û dianî. Çek û cebilxane me ji partiyê re dibir. Ji ber ku tevgereke Kurd bû. Me jî digot, ‘Em ji bo welat, ji bo Kurdîtiyê dikin’. Mirin ne xema me bû.”

REJÎMÊ GELEK CARAN EW GIRT, LÊ NESEKINÎ

Ji ber ku Hecî Resûl û malbata wî PDK’î bû rejîma Baas a Sûriyeyê gelek caran zext lê kir. Têkildarî Hecî Resûl biryara girtinê, têkildarî malbata wî jî biryara sirgûnkirina ji bo Suveyde hate dayin. Lê belê tevî zextên rejîmê û girtinê jî Hecî Resûl nesekinî, lê belê piştî ku Barzaniyan dest ji çekê berdan, êdî nekarî bixebitin.

Hecî Resûl diyar kir ku ji ber zextên rejîmê ew bi malbata xwe li gundên Dêrikê veşartî bûn, lê ji bo PDK’ê karê xwe dewam dikir: “Heta ku efû derket, me bi vî rengî xwe veşartin. Xebitîm. Sala 1973’an hatim girtin. 6.5 salan li girtîgehê mam. Hatim berdan, lê min piştre dîsa dewam kir. Lê belê dûre êrişên Iraqê rû dan. Şoreşê derb xwar. Êdî dest ji şoreşê berdan. Beşek ji wan çûn Tirkiyeyê, hinek jî hatin Rojava. Ez jî êdî weke mirovekî ji rêzê li mala xwe rûniştim. Sala 1981’ê careke din ji aliyê rejîmê ve hatim girtin. Piştî 2 salan hatim berdan. Êdî sala 1985’an min Apoyî nas kir û ji wan hez kir.”

‘APOYÎ FEDAYÎ Û ŞERVAN BÛN’

Hecî Resûl anî ziman ku ew wê demê kete bin bandora PKK’iyan ku hingî weke ‘Apoyî’ dihatin naskirin û bal kişand ser pratîk û sekna Apoyiyan. Hecî Resûl got, “Ew mirovî bûn, şervan bûn, fedayî bûn.”

Hecî Resûl û malbata wî piştî ku sala 1985’an PKK nas kir, êdî bûn dilxwazê PKK’ê. Kurê wî û gelek zarokên birayên wî tevlî nava PKK’ê bûn. Kurê wî û 6 biraziyên wî di nava refên PKK’ê û YPG’ê de şehîd bûn. Hecî Resûl wiha dewam kir: “PKK’î fedayî bûn, gelekî bi bandor bûn. Çi digotin, ew dikirin. Min digot ‘Eger Kurdistan ava bibe wê bi destê van ava bibe’. Apoyî îro jî çi dibêjin wê dikin. Li Rojhilata Navîn her kes qala PKK’ê dike. Wan em û Şengal ji DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Ez bi xwe çûm, min serdana Qendîlê kir. Bi rêveberiya PKK’ê re min hevdîtin kir. Me dil dan PKK’ê, zarokên me tevlî bûn, şehîd bûn. Heta dawiyê em ê li ser rêya şehîdên xwe bin.”

‘CUDAHIYA NAVBERA PKK Û PDK’Ê GELEKÎ ZÊDE YE’

Hecî Resûl diyar kir ku wî PDK û PKK baş nas kir û qala cudahiya navbera herdu partiyan kir. Hecî Resûl got, “Li Rojhilata Navîn û cîhanê her kes li ser PKK’ê diaxive. PKK’ê Şengal û Rojava ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Şoreşa Rojava xurt kir, şehîd di ber re da. Berê em ditirsiyan li mala xwe rûnên. Me xwe vedişart, îro em rehet in. Xaka me ya me ye.

Lê belê PDK ne bi vî rengî ye. PDK û nîvê pêşmergeyan bazirgan in. Ji bo berjewendiyên xwe û bazirganiyê tevlî şoreşê, tevlî partiyê bûne. Ji xwe rewşa wan niha bêhtir nebaş e. Eger pêşmergeyên PDK’ê şer kiribûna li Şengalê komkujî nedibû. Eger pêşmergeyan şer kiribûna îro Kerkûk wê di destê Kurdan de bûya. Cîhan hemû zane ku PDK bêyî dewleta Tirk nikare gavekê biavêje. Alîkariyê dide Tirkiyeyê ku dijminê Kurdan e.”

‘GELO XIYANETEK JI VÊ MEZINTIR DIBE?’

Hecî Resûl bersiv da gotina ‘PKK Başûrê Kurdistanê dagir dike’ ya PDK’ê û got, “Em hemû Kurd in. Wê demê hûn çima dihatin Sûriyeyê? Em çima diçûn Başûr û me ji bo Kurdîtiyê şer dikir. Ji PKK’ê re dibêjin terorîst. Ez jî ji vir dibêjim, kî alîkariyê dide Tirkiyeyê ku dijminê Kurdan e, ew terorîst e. PDK xiyanetê li Kurdan dike.”

Hecî Resûl diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê dema ku raperîna Kurdan a li dijî dewleta Iraqê dest pê kir, gelê Rojava ji bo piştgiriya bi PDK’ê re seferber bû, bi hezaran Rojavayî tevlî nava pêşmergeyan bûn, şehîd bûn û got, “Lê belê dema ku şoreşê dest pê kir, wan dest bi kolandina xendekan kir. Niha li ser sînor bi temamî bi cih bûne. Alîkariyê didin dewleta Tirk. Eger em Kurd in û ew jî Kurd in, wê demê çima navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê digirin, çima çûn û hatin nîne. Bi ya dewleta Tirk dikin. Gelo ev ne xiyanet e? Ji vê mezintir xiyanet heye? Îro di navbera rêveberiya Başûr û Erdogan de ti cudahî nîne.

Barzaniyan Başûrê Kurdistanê weke Hewlêr û Silêmanî kirin 2 parçe. Îro li vir ENKS’î û Kurdên welatparêz hene. Eger Barzaniyan bi vî rengî nekiribûna wê Kurdên li Sûriyeyê jî nebûna du parçe.”

‘ME EFRÎN JI BÎR NEKIN, BI YÊN KU NIKARIN JI DEWLETA TIRK QUT BIBIN RE YEKÎTÎ NABE’

Hecî Resûl diyar kir ku ENKS hêzeke ser bi PDK’ê ve ye û destnîşan kir ku ji bo ENKS û hêzên Kurd bibin yek, divê ENKS xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê qut bike: “Ji bilî vê yekê em tiştekî qebûl nakin. Eger ENKS yekîtiyê dixwaze, divê ji Tirkiyeyê û çeteyên wê qut bibe. Her Kurdekî ne çete dikare tevlî nava civaka me bibe. Cihê wî li ser serê me heye. Em ê bi hev re ji bo Kurdan bixebitin. Bila bes bêjin, ‘Bakurî bila ji Rojava derkevin’. Cihê her Kurdî li Rojava heye, tenê bila nebe çete, bila xiyanetê li gelê xwe neke.

Em çiqasî dibêjin ji çeteyan, ji dijmin qut bibin jî jê qut nabin. ENKS ji aliyê nebaşiyê ve îro PDK jî li dû xwe hiştiye. Gelo Efrîn wê ji bîra me biçe? Li Efrînê çi kirin? Li Efrînê bi Tirkiyeyê ya ku dijminê Kurdan e hevkarî kirin û felaketek anîn serê Kurdan. Li Efrînê ne xak hiştin, ne jî jiyan. Zeytûnên wan jî dizîn.

Îbrahîm Biro beriya ku Tirkiye dest bi dagirkeriyê bike digot ‘Em ê Efrînê bi serê we ve bînin xwarê’. Ji ber ku dewleta Tirk ji wan re gotibû, ‘Em ê Efrînê, Kobanê, Serêkaniyê bi dest bixin û we jî bikin walî’. Lê hemû derew bû.

Eger niha karibin xwe ji dewleta Tirk qut bikin, wê yekîtî pêk were, lê belê eger vê nekin, hingî em jî qebûl nakin. Em yekîtiyeke rasteqîn dixwazin. Lê belê eger aliyek nikare xwe ji dewleta Tirk a dijminê Kurdan qut bike, hingî yekîtî nabe. Li wir xiyanet li gel tê kirin.”

ÇAVKANÎ; BÊRÎTAN SARYA-DÊRIK-ANF

Show More
Back to top button