YBŞ: Em ji her demî zêdetir amadene ku gelê xwe biparêzin

Fermandariya YBŞ’ê di 7’emîn salvegera êrişa Xanesorê de, daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Bila PDK baş bizanibe ku ew dema ji bo şer dernekeve em heya dawiyê bi hesas tevgeriyan û em pir bi baldar bûn. Lê vê carê hemu hewldanên PDK bê nîqaş ewê bibe sedemê bersevek bi tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amadene ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzîn.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera êrişa Xanesorê daxuyaniyek weşand. YBŞ’ê destpêkê hemû şehîdên Xanesorê bi rêzdarî bibîranî û soza parastina gel û destkeftiyan da.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişa ku li ser Xanesorê hatibu li dar xistin planên dewletên dagirker bu û ew êriş bi destê PDK çêbibu. Êrişa Xanesorê, piştî rizgariya Şengalê pêk hatîbu. Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA STAR û bi hêzên YBŞ-YJŞ hatibu rizgarkirin. Bi îttîfaka hêzên derve û bi hinek hawîrdorên cuda çênebibu. Bi temamî bi daxwaz û vîna gel û bi pêşengtiyek serbixwe ve ev serkeftin bi dest ket. Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistinî kir û li ser vî esasî rêveberîya xweser xwe pêşxist. Lê belê dagirkeriyê ev serkeftin tehemûl nekir. Ji xwe êriş li ser vî esasî pêk anîn. PDK jî, ji bona wê tevgeriya. Pêwîste êrişa 3’yê Adarê li ser vî esasî em naveroka wê fêm bikin. Bi temamî ev êrişa bê tehemulî ya li beranberî vîna gel bu. Ji ber ku gava gel rêxistinî be ti hewceyî bi wan nabe. Gêlê rixistinkirî di serî de di asta ewlekarî de çandî û sîyasî de serbixwe dibe. Di vê wateyê de hêrsa PDK tê fêm kirin. Ji ber ku bi salane PDK gel dixapîne. Di bêje “ez vîna we me ez ewlekariya we me’’ lê fermana herî dawî da diyar kirin ku bi vî rengî nîne. Gava DAIŞ hebu PDK reviya bu, gava ev qad rizgar bu hîna nu nu kete tevgerê û wesayîtên xwe yên zirxî anî qadên rizgarkirî. Gelê me li beranberî îxanetê bi bertek bû. Gel û gerîllayên Şengalê bi hevre kete tevgerê. Ji xwe gava ti li şahadetên ku 3’yê Adarê hate jiyan kirin dinêrî mirov dibîne ku miletê Şengalê bi yek dengî, bi yek dest ketin pêşya dagirkeriyê. Ji qada civakî heval Nazê, ji çapemeniya azad heval Nujiyan, ji hêzên leşkerî di serî de bi pêşengtiya berxwedaniya heval Orhan, Çekdar, Çiya, Tekoşîn û bi temamî 12 hevalên me ji bo pêşî li vê dagirkeriya bêbext bê girtin gihîştin asta şehadetê. Ev encam bersivek tund bû li beranberî dagirkeriyê bertekek mezin bû. Di encam de ev erdnîgarî ji PDK’re nehat hiştin.

Îro jî li pêş perde li paş perde li ser Şengal gelek bazirganî heye. Gelek cara gefên PDK li ser vê erdnîgariyê çêdibe. Ne tenê gef plan û hewldanên wan çêdibe. Tişta ecêp pişta xwe dayîna dewleta Tirke. Ew dewlet di hemu dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengale. PDK baş dizane ku em weke miletê Êzîdî li beranberî dagirkeriya Tirk a Osmaniya çiqas hesasin. Lê dîsa jî ev hêz dest ji ew planên kirêt bernade. Dewleta Tirk ji xwe re kiriye weke mamoste û îro jî weke wê li ser navê Êzidî qayuma dişîne meclisa Nînova, sixurî pêşdixine û her wiha gelek planên wan yên kirêt hene. Em di ferqa van planên wan de ne. Lê bila PDK baş bizanibin ku ew dema ji bo şer dernekeve em heya dawiyê bi hesas tevgeriyan û em pir bi baldar bun. Lê vê carê hemu hewldanên PDK bê nîqaş ewê bibe sedemê bersevek bi tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amadene ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzîn.

Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro me di vê oxirê de berdelên pir girahbûha ê weke Berxwedan, Mam Zekî, Zerdeşt, Arîn, Berîvan, Seîd, Dijwar û Azad û herî dawî heval Sadunan daye û me xwe jî têkoşîn û armanca xwe ya ku di welatek azad de azad jiyankirinê paşde ne daye. Êriş çidibin bila bibin ji kîjan alî ve bê bila were em ê heyanî dawiyê di şopdariya van şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de berxwe bidin û emê xeyal û armancên wan pêk bînîn. Me ev soza xwe çawa di roja destpêkê ya ku di şert û mercên herî dijwar de daye em îro di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de bi mezintir dûbare dikin.

Li ser vî bingehî em şehîdên xwe yên Xanesorê û di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de tevahiya şehîdên xwe yên di oxira jiyaneke mirovahî, wekhevî û azad jiyankirinê de canê xwe fedakirine bi hemû rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em dibêjîn serkeftin di ronahiya van pakrewanên me de wê bibe ya me û gelê me.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button