Tugayên Ehrar El-Iraq: Rakirina baregehên Tirkiye wê hedefa me be

Tugayên Ehrar El-Iraq ragihand, dewleta Tirk ji bo Iraq û hemû herêmê xeteriyeke mezin çêdike û eşkere kir ku wê rakirina baregehên dewleta Tirk yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin hedefa xwe ya sereke.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Ji derveyî hêzên siyasî nerazîbûn ji baskên leşkerî jî tên. Tugayên Ehrar El-Iraq di daxuyaniyeke nivîskî de dewleta Tirk weke metirsiyeke mezin a ji bo Iraqê û herêmê bi nav dike û wiha têgotin: “Dewleta Tirk ji bo netewa Iraqê metirsiyeke mezin çêdike. Ne tenê ji bo Iraqê ji bo giştî herêmê jî metirsiye û pêşî li pirsgirêkên ewlekariyê veidke.”

Di dewama daxuyaniyê de Ehrar El-Iraq ji bo Erdogan dibêje, ‘Ehmeq’ û ev peyam dide: “Tirkiye li ser axa me baregeh çêdike û êrîşên xwe dewam dike. Erdogan xewna Osmaniyên nû dibîne. Armanca wî ewe ku hemû herêmê dagir bike û desthilatdariya xwe ferz bike. Ev kesê Ehmeq wê zirereke mezin bide gelê xwe û welatê xwe.”

Tugayên Ehrar El-Iraq eşkere dike, êrîş çavkaniya xwe ji bêdengiya hikûmetê digire û ev peyam tê dayîn: “Li dijî dagirkeran berxwedan rewaye, di hemû pritûkên pîroz de ev rewş bi eşkereyî hatiye vekirin. Weke Tugayên Ehra El-Iraq, armanca me ya sereke ewe ku em hemû ew baregehên Tirkiye yên li Iraq û Herêma Kurdistanê rakin û axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button