Encamnameya Komxebata Jinên Êzidî û Ereb ya ji bo azadiya Rêber Apo

Ji encamnameya komxebata TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate lidarxistin, biryara avakirina însiyatîfeke hevbeş hate dayîn û yek ji 5 xalên girîng ya encamnameya komxebatê jî belavkirina fikrên Rêber Öcalan li tevahî Mûsil û Irakê ye.

Komxebata Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê ya bi rasthatina salvegera 25’an a komploya navnetewî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, bi encamnameyeke ji 5 xalên sereke pêktê, bi dawîbû.

Komxebat bi dirûşmeya, ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, Emê Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Mîsoger Bikin’, bi beşdariya 160 jinên Êzidî, Ereb û ji gelek parêzgehên Iraqê hate lidarxistin. Di konferansê de hem axaftin hatin kirin, hem peyama bi dîmen ya parêzera berê ya Rêber Öcalan Newroz Uysal û hem jî nirxandina Rêber Ocalan bi şêwazê dîmen hatibû şandin, hate temaşekirin. Uysal derbarê tecrîda li Îmraliyê de beşdarvanan berfireh agahdar kir. 4 semîner li ser mijarê bi modorîteriya Suham Şengalî hate dayîn. Piştî semîneran nêrînên beşdarvanan li ser mijarê hate girtin û pirsên wan hate bersivandin.

Piştî nîqaşên ku hate kirin, encamnameya komxebatê derket. Encamname bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Endama Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî û Endama Meclîsa Jinên Ereb Fatîme Mistefa ve hate xwendin. Di encamnameyê de 5 xalên sereke hate eşkerekirin ku ji wana biryara avakirina însiyatîfeke hevbeş ji bo pêşxistina çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo derket û hate gotin, ewê xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin û fikrê Rêber Öcalan li tevahî Irakê û Mûsilê belav bikin.

Encamname wiha ye:

‘Me weke TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, bi dirûşmeya, ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, Emê Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Mîsoger Bikin’ komxebatekî li darxist. Ev komxebat bi pêşengiya TAJÊ, meclîsa jinên Ereb ya Şengalê hat li darxistin. Her wiha çalakvan, aktîvîst û rojnamevanên jin ên ser asta Iraqê yên ji parêzgehên Mîsan, El-Nasiriyê, El-Semawe û Besra beşdarê komxebatê bûn. Ev Komxebat bi armanca hilweşandina pergala girtîgeha Îmraliyê û Azadiya Rêber Apo a fîzîkî hate li darxistin.

Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo a di 15’ê Sibata 1999’an de hat li darxistin 25 salên xwe temam kir. Em vê komployê bi tûndî û hêrsekî mezin şermezar dikin. Em rêhevalên ku li dijî komployê bûne xeleka ji agir û gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û şehîdên 74 fermanan bi mînet û rêzdarî bibîrtînin.

Di şexsê Rêber Apo de tekoşîna gelên bindest û projeya azadiya jin ya di sedsala 21. de hate hedef girtin. Em bi navê jinên Êzidî-Ereb yên Şengalê ji xaka pîroz a ku ji tevahî berxwedaniya gelan re şahidî kirî silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji Rêberê gelan û mîmarê paradîgmaya Netewa Demokratîk Rêber Apo re dişînin.

Me di komxebatê de berxwedan Rêber Apo nîqaş kir

Me di komxebatê de bi berfirehî armanca Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêber Apo pêk hatî nîqaş kir û berxwedaniya dîrokî ya Rêber Apo a li dijî hêzên komploger nirxand. Me projeya azadiya jin ya ku Rêber Apo ji bona wê dibêje; ‘projeya min ya azadiya jin nîvço ma ye’ nîqaş kir û rola dikeve ser milê me nirxand. Ji bona em erk û berpirsyariya xwe bînin cih di asta pêşengiyê de rola dikeve ser milê me bileyîzin me carekî din biryardariya xwe anî ziman.

Rêya Rêber Apo rêya çareseriyê ye

Paradîgma Netewa Demokratîk ji bo hemû pirsgirêkên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê tên jiyan kirin rêya çareseriyê ye. Ji bo yekîtî, xwişk û biratiya gelan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad weke jinên Êzidî-Ereb em ê bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ ji vê paradîgmayê re pêşengiyê bikin. Bi şêwêzê Rêber Apo li dijî pergala kapîtalîst şerê azadiyê dayîn û li pergala mêr xistin wê di sala 26’emîn a komplo de bibe armanca me ya bingehîn a tekoşîna li dijî hêzên komploger.

Em di 26 saliya kompiloyê de bêjin ‘Êdî Bes e’

Li ser van esasan me di komxebatê de carekî din erk û berpirsyariyên ku weke jin ji me têne xwestin nîqaş kirin û îda û biryardariya tekoşîna xwe ya li dijî hêzên komploger anî ziman. Di sala 26’an a komploya navnetewî de emê bêjin êdî bese ji pergala Îmraliyê re dem dema azadiya Rêber Apo a fîzîkî ye. Li gorî vê em dikarin bi çend xalan berpisyariyên xwe yên tekoşîna li hemberî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê wisa bînin ziman;

5 xalê ku biryara avakirina însiyatîfeke hevbeş

1- Em weke jinên Êzidî xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji nûve tova hêvî û jiyana azad di me de şîn kir. Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo a fîzîkî de dibînin, em tola 74 fermanan, tola bi hezaran jinên Êzidî yê di fermanan de hatin qetilkirin, dîl ketin, hatin revandin di azadiya Rêber Apo a fîzîkî û Xweseriya Şengalê de dibînin. Ji bona em vê armanc û hêviya xwe pêk bînin em ê tekoşînê bi domdarî bimeşînin.

2-Ji bona em dawî li pergala îşkence bînin û dîwarên girtîgeha Îmraliyê hilweşînin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin, ji bona em xweseriya Şengalê mîsoger bikin û paradîgma Netewa Demokratîk bi jiyanî bikin em ê bi her awayî kar û xebat bidin meşandin. Me wekî tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) û meclîsa jinên Ereb ya Şengalê careke din di komxebatê de pîvana kar, xebat û tekoşîna xwe, parastina hebûn û nasnameya xwe azadiya Rêber Apo kir hîmê wê yê bingehîn. Ji bona wê di sala 26’emîn a komployê de em ê li hemberî her cûre êrişên, stratejiya şer û dagirkeriyê tekoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

3-Xala herî girîng ya di komxebatê de hate nîqaş kirin jî belavkirina fikir, felsefe û paradîgma Rêber Apo bû. Em weke jinên Êzidî-Ereb ji bona em fikra Rêber Apo li Şengal, deşta Nînovayê û li tevahî Iraqê berbelav bikin me rê û rêbaza wê nîqaş kir. Ji bona parêznameyên Rêber Apo werin xwendin emê di meclîsan de, li akamdemiyan perwerdeyên li ser fikrên Rêber Apo hîn zêdetir pêşbixînin. Famkirina Rêber Apo di rast xwendina fikrên Rêber Apo re derbas dibe. Bi vê hişmendiyê emê hemû perwerdeyên xwe li ser xwendina parêzname û dahûrandinên Rêber Apo bidin rûnişkandin.

4-Ji bona em li dijî Komploya Navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahî gelan û jinan pêkhatiye tekoşînê mezin bikin, emê ji bo avakirina komîteyekî jinên Êzidî-Ereb ya bi navê însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kar û xebat bimeşînin.

5-Rêber Apo rêya parastina hebûn, çand, bawerî û nasnameya Êzidayetiyê di vegera li ser xaka pîroz de dibîne, rêya pêşî lê girtina qirkirin, ferman û xeteriyên ku hîna jî li ser civaka me ya Êzidî zindîbûna xwe diparêze di mezinkirina hêza parastinê û xweseriya Şengalê mîsoger bibe de dibîne. Emê ji bona wê tekoşîna xwe mezin bikin û ji bo miletê vegerê li ser xaka xwe em ê kar û xebatan bidin meşandin.

Banga ji bo pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo

Em careke din bi navê tevgera azadiya jinên Êzidî û Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin, bang li hemû sazî, rêxistinên jinan û yê mafê mirovan dikin beşdarî pêngava ji ‘Rêber Apo re Azadî’ bibin û erkên xwe yê wîjdanî û exlaqî bi cih bînin. Em dibêjin bese êdî ji pergala Îmraliyê re, bese ji bê pêwendiya mutlaq a li dijî Rêber Apo, dem dema Azadiya Rêber Apo ye, dem dema bi Rêber Apo jiyan kirinê ye.”

ŞENGAL/ROJNEWS

12/02/2024 

Show More
Back to top button