Şehîd Dilşêr hate bibîranîn

Fermandarê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) yek ji 12 gerîlayên HPG’ê yên ku di sala 2014’an de hewara xelkê me ve hatîbû. Ji bo Şehîd Dilşêr merasîmek bîranînê li Şengalê hate lidarxistin

https://www.youtube.com/watch?v=PABkh1IRu_I&feature=emb_logo

 

 

Şehîd Dilşêr Herekol di 18’ê Cotmeha 2020’an de li qontara çiyayê Amanosan ê navçeya Dortyol a Hatayê di êrişa hewayî de şehîd bûbû.

Fermandarê HPG’ê Şehîd Dilşêr Herekol  bi merasîmek bi heybet hate bibîranîn û soza şopandina rêya Şehîdan hate dayîn.

Di merasîma ku li Goristina Şehîd Dilgeş û Berxwedan  pêk hat de, bi sedan welatî û endamên rêxistin û saziyên Şengalê amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê dayikên şehîdan ve mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.

Yek ji Fermandarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî û wiha qala Ş. Dilşêr kir:“Şehîd Dilşêr  ji bo civaka Ezidî ne kesekî biyanî ye. Herdem xwesteka wî ew bû ku ji bo Êzidiyan xizmetê bike. Ev yek ji aliyê Tevgera Azadî ve hatîbû ferqkirin, lewma di dema herî zehmet de  erka parastina Êzidiyan dane Ş. Dilşêr û wî şandin Şengalê. Ji ber berxwedanî û keda ku di Şengalê de daye her kevir û darekî di çiyayê Şengalê de Şehîd Dilşêr nas dike.”

Şengalî diyar ku di dema ku Şehîd Dilşêr bi 12’ siwariyên  xwe re dixwest xwe bigihîne Şengalê gelek xiyanetkar dixwestin hatina wana asteng bikin û wiha pêde çû; “Tevî hemû astengiyan beriya fermanê Şehîd Dilşêr xwe gihand civaka Êzidî û li ser xeteriya Şengalê hişyarî da Êzidiyan.”

Li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî jî axivî û got: “Şehîdên me dû rê dane pêşiya me yan serkeftin yan jî şehadet. Em wek Êzidî, em ê li ser vê sopa şehîdên xwe berdewam bin. Erka me parastin û rêxinkirina Êzidiyane.”

Li ser navê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê jî axivî û got: “Di dema ku 12 hezar pêşmerge Şengal terk kirin û gelê Êzidî bi tenê hiştin, wê demê Şehîd Dilşêr bi 12 siwariyên xwe re xwe gihand çiyayê azad Şengalê û hewara Êzidiyan hat. Nehişt armanca fermanê pêk were. Em weke civaka Êzidî soz didin heta dawî li ser şopa şehîdan bin û li keda wan xwedî dekevin.”

Piştî axaftinan li ser tekoşîn û berxwedana Şehîd Dilşêr Helekol sînevîzyonek hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ÇAVKANÎ; ÎBRAHÎM ÊZIDÎ -ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button