MXDŞ: Hîn kesên bûne sedema fermanê li ser kar in

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxwuyaniyek şehîdên Koço bi bîr anî û ragihand ku çi êrişek li hemberî Êzidiyan pêk were wê wan li hemberî xwe bibinin û bal kişandin ser ku hêjan kesên bûne sedema fermanê li ser kar in

Di daxwuyaniya Meclîsa xweseriya demokratik ya şengalê de wiha hate gotin; “Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê van rojên giran û xemgîn de hemû şehîdên fermanên li ser Êzidiyan û bi taybetî şehîdên Koço birêzdarî û bihurmet bibîrtînin, bejna xwe li ber hemû cangoriyên Êzidxanê de ditewînin. Mixabin li van rojan de ku 104 cangoriyên me hatin oxirkirin û bi sedan heye roja îro hestiyên wan li qadan tine û nehatine rakirin, em weka MXDŞ’ê li vir pirs dikin, ew ên ku duh li ser cenazeyê wan şehîdan daxuyaniyî didan li roja 15’ê Tebaxa 2014 li kûr bûn û çi dikirin?”

Di berdewamiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Lê di vir de dîsa cîhê pirsê ye, çima heya niha kesên jî aliyên wan ve Şengal hatiye firotin nehatiye girtin û ew nehatine darizan. Mixabin li şûna wê kesên bûne sedema van komkujiya niha li ser erkin. Îro dixwazin Şengalê û komkujiyên li ser Êzidiyan di aliyek din de bidin. Weke ti tişt li Şengalê çênebirîbe, yan jî weke tiştek normal dibînin û diguherînin.”

Di dawiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Niha pir destên ji derve li ser Şengalê hene. Dixwazin tişta ku bi destê DAIŞ’ê nehate kirin, bi destê xwe bikin û destdirêjiyê li axa Êzidxanê bikin. Dijminê vî olî, baweriyê û çandê careke din dixwaze Êzidiyan di fermanekê re derbas bikin, lê ji destpêka fermanê heta roja îro, em ji bo azadî û xweseriya Êzidîxanê şehîdan didin û emê xwîna wan li erdê nehêlin. Em ê yek bi yek hesab ji kesên bûne sedema komkujiyê bipirsîn. Ti êrişa were li ser Êzidiyan wê me li hemberî xwe bibîne.”

 

Show More
Back to top button