‘Em terka warê xwe nadin’

Mecdel Elyas yê ji Nehiya Sinunê ya girêday Şengalê li cihê geştiyarî li Geliyê Kersê ji bo Radyo me axivî û hezkirina xwe ya ji bo axa xwe ani ziman û banga vegera Êzidiyên li qempên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku pêwîst e em weke gelê Êzîdî ji derveyî welatê xwe nejîn, rojek berî rojekê em vegerin ser cih û warê xwe.

Kaniya Pîraxayê ya Geliyê Kersê bi şinkahî û ava xwe xemîlandiye ji bo xelkê hermê jî bûye cihê geştiyariyê. Kaniya Pîraxayê cihek ku dikeve navbera çiya de û derdora xwe bi şinkahiyê hatiye xemîlandin yek ji deverên Şingalê ya herî xweş  û bi navûdeng e.

Mecdel Elyas ku yek ji şêniyên Nehya Sinûnê ya Şingalê jiyan dike ji bo geştiyariyê bi hevalê xwe re hatibûn geştê di derbarê girîngiya vê kaniyê de ji Radyo me re axîvî û got: “  Li Şengal yek jî cihên herî bi nav û deng û cihê herî xweş Ava Kersê ye. Ango Kaniya Pîraxayê. Her sal em tên ser vê kaniyê û em kêfxweşin ku em îro li ser cih û warê xwe bi aramî jiyan dikin. Lê îsal ji ber hişkesaliyê av kêm bûye lê dîsa jî ava vê kaniyê dîherîke. Rast e çavkaniya avê ziwa bûye lê li hinek cihan ava kaniyê derbûye û diherîke. Di dema fermanê de jî gelek xelkê me yê Êzîdî xwe bi ava vê kaniyê ji mirinê xilas kirin. Ji ber ku di dema Fermanê de me xwe sipart çiya û çiya em parastin. Ev kaniya Pîraxayê bi ava xwe hişt ku em ji têhna nemîrin.”

Mecdel di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman û got: “ Ti dever nabîn weka ax û welatê mirov bi xwe. Em naxwezin warê xwe terk bikin û bangawazî dikim ku xelkê me yê ji derveyî welat û yên li qampên Başûrê Kurdistanê jî dimînin vegerin ser ax û warê xwe. Ez ji wan re dibêjim ti der wekî welatê mirov nine û bila vegerin xwedî li welatê xwe derkevin.”

Radyo Dengê Çira Şingalê

Show More
Back to top button