Ciwanên Şengalê: Koça ciwanan ne çareseriye, dûrketina ji Êzdiyatiyê ye

Ciwanên Êzidî ku xwe li ser fikra azadiyê ya Rêber Apo perwerde dikin û dibêjin: “Çûna ji Şengalê ji bo ciwanan ne çareseriye. Pêwîste em xwe li ser axa xwe perwerde bikin û xwedî li dîroka xwe derkevin.”

Li Şengalê ciwanên Êzidî  xebatên xwe yên perwerdê, çand û çalakiyên ji bo pêngeva Dem Dema Azadiyê di domînin. Bi vê armancê bi beşdarbûna hejmarek ciwanên Êzîdî li Komelgeha Borik ya Şengalê dewreyek perwerdê hatibû destpêkirin, bidawî bû. Ciwanên beşdarî perwerdê bûn armanc û hestên xwe diderbarî perwerdê ji ajansa me re vegotin.

‘Me di fikrê Rêber Apo de rastiya Êzdiyatiyê dît’

Ciwanê bi navê Selah Hesen Xelef balkişand ser pêwîstiya perwerdê ji bo ciwanan û got; “Perwerde ji bo hemû ciwanên Êzidî pêwîste. Eger ciwan xwe perwerde nekin, zana nabin û pêş nakevin. Fikrê ku ciwanên Êzidî xwe li ser perwerde û birêxistin dikin, fikrê Rêber Apo ye. Fikir, fikra azadiyê ye. Ev fikir nêzî Êzdiyatiyê ye. Di vê fikrî de me rastiya Êzdiyatiyê baştir dît. Em xwe li ser vê fikrê perwerde dikin.”

Koça ji Şengalê, ji Êzdiyatiyê dûrketin e’

Selah Hesen Xelef her wiha derbarê polîtîkayên koçberkirinê de ciwanên Êzidî hişyar kir û ev bang li ciwanan kir: “Dîroka me dîrokeke kevnare û dijmin dixwaze vê dîrokê tune bike. Koça ji Şengalê ji bo ciwanan ne çareseriye. Ji dîroka Êzdiyatiyê dûrketin e. pêwîste em xwe li ser axa xwe perwerde bikin û xwedî li dîroka xwe derkevin.”

‘Fikrê Rêber Apo dikare me bi parêze’

Melhim Berekat Xwedêda jî destnîşan kir ku armanca wan ji perwerdehiyê ewe ku ew tiştên nû fêr bibin û pêşketinên nû bidest bixin. Xwedêda dazanîn ku li seranserê cîhanê bi milyonan kes dane pey fikrên Rêber Apo. Melhim got; “Ew jî wek ciwanên Êzidî fikrên Rêber Apo ji xwe re esas digirin. Ji bo rêxistinkirina civakê em xwe perwerde dikin. Em xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde dikin û birêxistin dikin. Fikrê ku rê û resmên me, baweriya me biparêze ev fikre. Fikreke li ser aşitî û wekheviyê ye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button