‘Têkoşîna me rewaye, em dest ji vê têkoşîna xwe ya xweseriyê bernadin’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî hevdîtina wan a li gel şandeya payebilind a Iraqê daxuyaniyek weşand û diyarkir ku wan di vê civînê de bi eşkere ji rayedarên Iraqê re ragihandine ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareserkirin, ne bi gef û hêzê

MXDŞ’ê di daxuyaniyê de bibîrxist ku ji dema ragihandina peymana navbera Hewlêr û Bexdayê û vir ve xelkê Şengalê bi rengekî bênavber çalakiyan dike û ji bo naskirina îradeya xwe li ser piyan e.

Li gel van çalakî û xwepêşandanan hate ragihandin ku rêveberiya xweser jî bi daxwazên xelkê Şengalê, bi gelek aliyên siyasî, civakî û leşkerî re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi saya berxwedana gel û van hevdîtinan de, îro şandeyek payebilind a Iraqê serdana Şengalê kir û bi Rêveberiya Xweser re rûnişt.

Mijara sereke ya civîna îro, naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û Hêza Xweparastinê ya Şengalê bû. Van herdu hêzan di nava fermanê de civaka Êzidî parastin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ji bo Iraq pirsgirêkên xwe çareser bike, pêwîste di serî de van herdu hêzên Şengalê ji xwe re bike esas û mafê civaka Êzidî di destûra bingehîn a Iraqê de misoger bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê civînê de me bi eşkere ji rayedarên Iraqê re ragihandin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin, ne bi gef û hêzê.”

Meclîsê destnîşan kir, ku ji vê hevdîtinê çareseriyeke mayinde vê gavê peyda nebû be jî, ji bo paşerojê bingeheke nîqaşê çêbû û diyar kir ku bi navê rêveberiya xweser ew li bendê ne ku Iraq rêzê ji daxwazên Şengaliyan re bigire û bingeha danûstandinan ava bike.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Têkoşîna me têkoşîneke rewa ye. Lewma em dest ji vê têkoşîna xwe ya xweseriyê bernadin. Gef û êrişên hêzên cuda jî li ser xwe qebûl nakin. Eger bi rêya diyalogê be em ji bo her hêzeke danûstandinan bike amade ne.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button