Ji aliyê jinên ciwan ên Şengalê pêşengeh û şano hate li dar xistin

Bi boneya salvegera fermana 2014’an ya li ser civaka Êzidî, Bi pêşengtiya Çand û Hûnera Sitiya Nexşa û Jinên Ciwan Yên Şengalê şano û pêşengeha wêneyan li çerxereya sinûnê û parka giştî ya Xanesorê hat pêşandan.

Bi salhatina fermanê re çalakiyên cihe reng têne li dar xistin. Doh li Sinûnê û Xanesora Şengalê şano û pêşengeha wêneyan ji aliyê Çand û Hûnera Sitiya Nexşan û Jinên Ciwan yên Êzidxanê hat lidar xistin. Di serî de şano li navçeya Sinûnê li gel çerxereya  bajêr hat pêşkêş kirin û ji wir ber bi navçeya Xanesorê ve herikîn û pêşengeha wêneyan li parka giştî hat pêşkêş kirin.

Mijara Şanoyê  li ser îxanet, welatparêziyê û nirxên wê bû, bû.

Pêşengeh bi wêneyên fermanê tijî bibû, di heman demê de bîranînên jinên ciwan yên di dema fermanê de hatibûn nivîsandin û daliqandin. Li aliyek din jî wêneyên ku bi destê jinên ciwan hatibûn xêzkirin hatibûn dalqandin.

Lîstikvana şanoyê û endama Sitiya Nexşa Nexem Qasî li ser şanoyê axivî û wiha got:” Di şanoya me de 4 rol hene, min jî rolê dayikekê lîstiye, ku ew dayik xayinan di nava xwe de qebûl nake. Di şanoyê de Rolê xwe firoşan, welatparêzan û kesên ku rewşê meraq dikin û dipirsin hatine lîstin.

‘Em vê roja reş tu carî jibîr nakin’

Endama Sitiya Nexşa Bêrîvan Êzidî jî der bare pêşengehê de wiha axivi: “ Wêneyên ku me danîne piraniya xwe yê jin û keçên Êzidî ku êş kişandibûn û hin ji wan şehîd bûne. Em vê roja reş tu carî jibîr nakin. Wêneyên ku me çêkirine ji bo ku em ji her kesî re diyar bikin ku ev roja reş nehatiye jibîr kirin, ji ber ku yê ku ferman jiyan kir em bixwe bûn. Bi riya van wêneyan em wê êşê dîsa dixin bîra her kesî. Bi saya Serok APO em hatin vê astê ku îroj em xwedî li dîroka xwe xwedî derkevin”.

Di heman demê de endama jinên Ciwan ya Şengalê Dilvîn Çiya li ser armanca pêşengehê axivî û wiha got: “Bi salhatina salvegera fermanê re bi hevkariya Sitiya Nexşa me pêşengeha wêneyan li dar xist. Armanca me ji vê pêşengehê ew ku êşa me her dem neyê jibîr kirin.

Endama jinên Ciwan ya Şengalê Lîna Borik der barê pêşengehê de wiha hestên xwe anî ser ziman: “Pêşengeha ku bi hevkariya Sitiya Nexşan me vekiriye ji bo ku êşên me jiyan kirine bînin bîra her kesî. Ji ber ku di fermanê de êşekî mezin me jiyan kir. Destdirêjî bi hezaran keç û jinên êzîdî kirin û firotin, bav û birayên me hatin qetilkirin. Ji bo wê jî ta ku em saxbin emê vê roja reş jibîr nekin”.

ŞÎLAN ŞÎNWAR-Şengal-NÛJÎNHA

Show More
Back to top button