MXDŞ: Em bi saya Rêber Apo êdî dikarin agirê Newrozê pêbixin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya cejna Newrozê peyamek belavkir û hate gotin; “Gelê me bi saya fikir û ramanên Rêber Apo êdî dikare li ser axa xwe agirê Newrozê pêbixe û xwe gihandiye vê astê. Divê li her derê hedef azadiya fizikî ya Rêber Apo be.”

Peyama Meclîsa Xwseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye; “

“Cejna Newroza gelê Arî ku bi hezaran sale tê pîroz kirin, di heman demê de di vê rojê de peyama ‘Em hene û tune nabin’ hatiya dayîn. Dijmin bi şerê xweyê taybet û pilanên qirêj, li ser gelê me wisa kiribû ku civaka Êzidî xwe ji vê roja pîroz dûr bike û wekî cejna xwe nedidîtin. Piştî civaka Êzidî karibû xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo rêxistin bike û bigihîne rastiya dîroka xwe, êdî cejna  Newrozê wekî, cejna hebûn, aşitî, azadî û berxwedaniyê dîtin. Di salên borî de û îsal jî civaka me bi pêxistina agirê Newrozê hebûna xwe dan îspatkirin ku li Şengala xweser de tevî hemû êriş û astengiyan, em hene û tine nabin.”

Em bi keda şehîdan îro li virin, agirê newrozê ku di dîrokê de li hember zaliman hatiya pêxistin, bi keda şehîdan heya îro jî ne vemiriye. Ji ber wê em di serîde vê Newrozê li malbatên xweyên têkoşer, malbatên şehîdan pîroz dikin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê soz didin li ser xeta şehîdan bin, emê Şengala xweser û azad diyarî şehîdan û Rêber Apo bikin.

Banga tevlîbûna Newroza li Şengalê

Em bang li civaka Êzidî û pêkhateyên li Şengalê dikin, roja 21’ê Adarê biherikin qada Newrozê ya li gundê Solax ya Şengalê. Gelê me bi saya fikir û ramanên Rêber Apo êdî dikare li ser axa xwe agirê Newrozê pêbixe û xwe gihandiye vê astê. Divê li her derê peyama azadiya fizikî ya Rêber Apo ji bo cîhanê were dayîn.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button