Li kampa koçberên Êzidî ya Dihokê mirinek din a bi guman

Hat ragihandin ku jina ciwan a Êzidî Fexriye Dexîl Reşo ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê derketibû û li kampek Dihokê dima, dawî li jiyana xwe anî ye

Fexriye Dexîl Reşo ya 17 salî, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, li gel malbata xwe koçî Dihokê kiribû û li kampa Xankê dima.

Li gorî agahiyên ku Rêvebrê Kampa Xankê Pîr Elo Keçel dane Rojnews Fexriye şeva borî dawî li jiyana xwe aniye.

Pîr Elo Keçel got: “Fexriye ji bo xwendina xwe ku di pola 7’an de bû, diçe çadira ku tê de dixwend. Lê piştî demekê dema endamên malbata wê diçin çadirê, dibînin ku Fexriye jiyana xwe jidest daye. Li ser bûyerê me polîs û dezgehên ewlekariyê agehdar kirin û wan jî dest bi lêkolînê kiriye.”

Elo Keçel diyar kir ku li cem cenazeyê Fexriye kabloya ceyranê hatiye dîtin û îhtîmal heye ku Ferxriye bi ceyranê dawî li jiyan xwe anî be.

Keçel got ku heta niha sedma xwekuştinê nehtiya eşkeririn.

Li gorî zanyariyên ku Elo Keçel dane, di nava 5 mehên sala 2021’an de ev dibe bûyera duyemîn ku di nava kampê de rû dide.

Li kampên koçberên Şengalê yên li Dihokê beriya niha jî gelek bûyerên bi guman derketibûn û hatibû îdîakirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, xwe kuştine. Lê ji ber ku kamp ji bo hemû dezgehên çapemeniyê vekirî nîn in, agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.

Di bûyera dawî de tê gotin ku guman heye û çawa dibe ku jinek ciwan a 17 salî bi tena xwe li çadirekê dersan dibîne? Gelo li çadirekê kesek bi tenê çawa dersên dibistanê fêr dibe?

ÇAVKANÎ: BİRAHIM ÊZDÎN-ROJNEWS

Show More
Back to top button