`Divê Êzidî têkoşîna xwe xurtir bikin`

Hevserokê Mala Êzidiyan û endamê Meclisa Mala Êzidiyan ya li Rojavayê Kurdistanê dûh bang li xelkê me kir ku xwe ji bo her êrişekê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser Şengalê amade bikin

′على الإيزيديين في شنكال التأهب ضد مخططات الاحتلال التركية′ – YouTube

Piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar ji Bexda û Hewlêrê re di 18-19`ê Çileyê de, serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 22`yê Çileyê de gefa êrişkirina Şengalê xwar û got: “Dibe ku di şevekê de em nişka ve bên.”

Hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Farûq Tozo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji gefa êrişêkirina Şengalê armanc dike, timayên xwe pêk bîne û vîna civaka me têk bibe.

Tozo wiha axivî: “Dewleta Tirk baş dizane ku Şengal xwedî cihekî stratejîk e. Heke bi çiyayê Ebdulezîz û rêzeçiyayên Şenaglê ve hat girêdan, ne pêkane ku ev girîngî were paşguhkirin. Ji xwe ev plana dewleta Tirk e.”

Tozo diyar kir ku dewleta Tirk her tim civakên resen dike hedef û ji ber wê yêkê civaka me jî kiriye hedefa xwe. Tozo bal kişand ser ku taybet jî piştî ku şêniyên me li Şengalê xwe bi rêxistin kirin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirine zêdetir hatiye hedef girtin. Farûq Tozo got Erdogan jî vê rêxistinbûn û avabûna vîna civaka me qebûl nake û her tim plana derbekirina wê de ye.

Hevserokê Mala Êzidiyan ya herêma Cizîrê Farûq Tozo got, planên dewleta Tirk bi ser nakevin û dê çaranûsa wê mîna ya Garê be. Tozo bang li civaka me kir ku li hemberî plan û gefên dewleta Tirk tekoşînê xurt bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şêniyên Şengalê sûcên Erdoganê dagirker û artêşa wî qebûl nakin ku hewl dide komkujiyan ne tenê li dijî mirovahiyê lê belê li dijî çand, dîrok û koka gelan pêk bînin. Niha berxwedan daxwaza esas e.”

Tozo di dawiyê de bang li şêniyên mê yên li Şengalê dijîn jî kir ku amade bin û bila baş bizanibin ku ji ber ku gelê me xwe li hemberî planên dijminan bi rêxistin dike, tû kes nikare Şengalê dagir bike.

‘PLANÊN DEWLETA TİRK ÊDÎ EŞKERE NE’

Ji aliyê xwe ve endamê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê û endamê Meclisa Mala Êzidiyan Silêman Hemo bal kişand ser hewldanên Erdogan û planên wî yên dagirkirinê û wiha pêde çû: “Êdî em tê gihîştine ku siyaseta Erdogan û naveroka gefên wî yên domdar ên li dijî Şengalê.”

Hemo da zanîn ku dewleta Tirk ji êriş û planên li dijî Şengalê armanc dike, axa Kurdistanê parçekirî bimîne û bi alîkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê re demografiya Şengalê wek herêmeke kurdî resen, biguhere û wiha pê de çû: “Tê zanîn ku împeratoya osmanî zêdetirî 50 komkujî li dijî civaka êzidî pêk anîn û hîna pêk tîne. Komkujiya ku DAIŞ`ê 2014`an li Şengalê pêk anîbû bi hevkariya dewleta Tirk bû.”

Hemo diyar kir ku pêwîste şêniyên me li Şengalê rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi rêya yekitiyê û nîşandana helwesteke cidî hewl bidin planên dewleta Tirk ên li dijî kurdan têk bibin.

ÇAVKANÎ: LÎLAV DÎWANÎ- QAMİŞLO-ANHA

Show More
Back to top button