‘Dewlet ditirse ku zarokên Êzidiyan bi zimanê xwe bixwînin’

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Şengalê ku di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de dest bi xebatan kir, sala borî li Şengalê hin dibistanên nû vekirin. Ji rêveberên saziyê Xanim Şengalî diyar kir ku mafê zarokên Êzidî ye ku bi zimanê xwe bixwînin û got; “Dewlet ditirse ku zarokên Êzidiyan bi zimanê xwe bixwînin.”

Li Şengalê ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û pê ve, ciwanên Êzidî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bidin zarokên Êzidî, xwe bi navê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê (SZPCDÊ) birêxistin kirine û zarokan li ser bîr, bawerî û dîroka Êzdiyan bênavber perwerde dikin. Saziya Ziman û Perwerdeyê ku yek ji saziyên bingehîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê  ye, ji bo fermîbûna xwe li Iraqê wergire gelek caran serdana Bexdayê kiriye. Di encama van hevdîtinan de ji Wezareta Perwerdeya Iraqê fermîyeta dibistanê jî wergirtine lê ji ber helwesta siyasî ya Parêzgeha Mûsilê, gelek astengî li ber karê wan tê derxistin.

‘Me di bin dorpêça çeteyan de dest bi perwerdeyê kir’

Saziya Ziman û Perwerdeyê tevî hemû  astengî û rêgiriyan jî bênavber xebatên xwe didomîne. Yek ji mamoste û rêveberên saziyê Nayîf Şengalî behsa xebatên xwe yên li Şengalê, hedef û armancên xwe û helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî xebatên wan kir.

Nayîf Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser zehmetî û planên li dijî xebatên wan û got: “Ji destpêka avakirina saziya perwerdeyê li Şengalê, ku me di sala 2014’an de dema ku Şengal di dorpêça çeteyan de bû destpêkir, em rastî gelek zehmetiyan hatin ku heya roja me ya îro jî dewam dikin. Di sala 2021’an de gelek êrîş li ser Şengalê hatin kirin van êrîşa bandora xwe li ser saziya ziman jî kir.”

Şengalî her wiha destnîşan kir ku li gel êrîşên li ser Şengalê, bi taybet ji bo ew dest ji sîstema xwe ya perwerdeyê ya xweser berdin êrîş û rêgirî li ser xebatên wan jî hatine meşandin û ji bo sala derbasbûyî ev nirxandin kir: “Dîsa jî me karîbû bi awayekî serkeftî zarokên xwe perwerde bikin. Di sala 2021’an de li hin cihên ku gelê me nû ji koçberiyê vegeriyane dibistanên nû hatin vekirin.”

‘Dewletê xwest zarokan ji me dûr bike lê biserneket’

Şengalî diyar kir ku ew zarokan li ser çanda Êzdiyatiyê perwerde dikin û wiha domand: “Di saziya me de li ser ol û dîroka Êzidiyan pirtûk hatine derxistin, bi vê perwerdeyê re rastiya Êzidiyan tê xuyakirin. Gavekî pir baş e ji bo me ji ber em êdî rastiya xwe dizanin. Her kes dizane di salên fermanê de tu dibistan li vir nebû ji bilî me, me di nav şert û mercên giran de ev sîstem da avakirin. Piştî vê pêngavê, êdî dewletê jî dibistanên xwe vekirin ji ber ketin wê ferqê ku êdî Êzidî di hêla perwerdehiyê de ji bin destê wan derdikevin. Bi propagandaya ku dibistanên me ne fermî ne û ne xwedî bawernameyên dewletê ne xwestin zarokan ji me dûr bikin lê ev yek bi serneket.”

‘Tu feydeya bawernameyên dibistanên dewletê nîne’

Nayîf Şengalî bibîrxist ku ruxmê bi hezaran zarok di dibistanên dewletê de dixwînin û xwedî bawernameyên dewletê ne jî tu feyde jê çênebûye û got: “Gelek keç û xortên Êzidiyan li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê di dibistanên Îraq û Başûrê Kurdistanê de bûne yekemîn lê tu faydeya wan jê nebûye. Yanî em dixwazin bêjin Iraq tu xizmetê ji bo xwendekarên Şengalê nake lê pişta xwe bi bawernameyên xwe girêdaye.”

‘Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin’

Endamê Rêveberiya Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayîf Şengalî  got ku tirsa dewletê ew e ku Êzidî bi zimanê dayika xwe bixwînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me gelek hewldan ku di Iraqê de em saziya xwe fermî bikin. Me ji Wezareta Perwerdeya Iraqê fermiyet wergirtiye û belgeya wê li gel me ye. Lê  ji ber Parêzgeha Mûsilê di bin bandora aliyên siyasî de ye, ew astengiyan li ber karê me digirin û pirsgirêkan derdixin. Mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin û di destûra Iraqê de heye ku her kes bi zimanê xwe dikare bixwîne.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ŞENGAL

Show More
Back to top button