Kolan vegerandin dibistanê

Ji bo balê bikişînin ser Zimanê Dayikê û pêşxistina Zimanê Kurdî  li Şengalê Saziya Ziman û perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan li Xanesorê zarok li hev kom kirin û waneyên Kurdî dan wan

Bi sedema belavbûna vîrûsa korona heya niha jî li Şengalê bi awayekî sîstematîk dibistan nehatine vekirin. Ji bo zarok ji Zimanê Dayikê dûr nekevin û bala wan li ser xwendinê bimîne, li Baxçeyê Xanesorê Mamostayên Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan, zarok li hev kom kirin û dersên bi Zimanê Kurdî dan wan.

Mamosteyan dan diyar kirin ku ew ji bo bala zarokan bikişînin ser zimanê dayikê û ji xwendinê dûr nekevin hewil didin ji derveyî dibistana bi komên biçûk waneyên Kurdî bidin zarokan.

Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên bi vî şêwazî li Şengalê dewam bikin.

ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button