Gel, sazî û dezgehên Şengalê Mam Zekî bibîr anî  

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) di 3’yemîn salvegera şehdeta xwe de, ji aliyê gel, sazî, dezgeh û hêzên parastina Şengalê ve bi merasîmek girseyî hat bibîranîn.

 

Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji  merasîma bîranîna  qurbaniyên komkujiya Gundê Koçê yê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatibû, vedigeriya Şengalê, li Geliyê Şilo bibû hedefa balefirên dewleta Tirk a dagirker û şehîd bû.

Mam Zekî Şengalî ku her sal di salvegera şehadeta xwe de li gelek deveran tê bibîranîn, îsal jî di 3’yemîn salvegera şehadetê de li Şengalê hat bibîranîn.

Merasîma ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat organîzekirin, li ber gora Mam Zekî ya li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hat lidarxistin.

Di çarçoveya bernameyê de destpêkê hêzên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê merasîmek leşkerî lidar xist. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sebîha Sebrî, li ser navê Desteya Rêvebr a Şengalê Rîham Hesen û li ser navê Desteya Serokeşîran a Şengalê Berkat Mirad  axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser ked û rola Mam Zekî ya di avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de û soza pêkanîna xewin û xeyalên Mam Zekî dan.

Peyama malbata Mam Zekî

Di merasîmê de peyama malbata Mam Zekî Şengalî jî hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “15’ê Tebaxê roja berxwedan û serhildanê ye. Bi sedan û hezaran lehengên azadiyê ji bo jiyaneke serfiraz û bi rûmet canê xwe dane. Em li ber hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin.

Xeyala Mam Zekî Kurdistanek û di nav de Şengaleke azad bû. Her tim dixwest gelê me li ser lingên xwe bisekine. Em dibînin ku Şengala îro bi fikrên Mam Zekî ye. Civak bi rêxistin dibe û dixwaze jiyana xwe bi xwe birêve bibe. Xort û keçên Êzîdxanê ji bo parastina xwe li kêleka hev dixebitin. Ev erkek herî bi qîmet û hêja ye. Em bi taybet berxwedana dayik û jinên Şengalê pîroz dikin. Gavên ku piştî Fermana 3’ê Tebaxê hatine avêtin hêz û bawerî didin me. Emê bi fikir, bi rastî, bi dil û bi baweriya Mam Zekî biserkevin û Şengaleke nû ava bikin”.

Piştî peyama malbatê li ser jiyan û tekoşîna Mam Zekî Şengalî sînevîzyonek hate pêşandan.

Herî dawî  gel li ser gora Mam Zekî li hev kom bû û Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê hate xwendin. Di daxuyaniya ku ji  aliyê Mamosta Merwan Xidir ve hate xwendin de wiha hat gotin: “Em wek Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Mam Zekî (Îsmaîl Ozden), Mamê civaka Êzidî bibîr tînin. Di şexsê Mam Zekî û H. Mahîr de hemû şehîdên 73 fermanan û şehîdên tevgera azadiyê bibîr tînin, bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin û soza bilindkirina tekoşîna wan didin.

Me weke civaka Êzidî bi saya ked û xebata şehîdan, bi fikir û felsefeya Rêber Apo karîbû dest bi dermankirina birînên xwe yên fermanê bikin û xwe birêxistin bikin.

Ji bo ku civaka Êzidî hebûna xwe ya xweser li Şengalê biparêze Mam Zekî xwedî kedekî pir bi wate û pîroz e. Ş. Mam Zekî ji bo civaka Êzidxanê mimarê îtîfaqê û mamosteyê jiyana azad bû. Lewma êrîşekî xayîn û nemerdane pêk hat û Mam Zekî û rêhevalê xwe Mahîr tevlî karwanên şehîdan bûn.

Em civaka Êzidî bi biryarsı ku daxwaz û xeyalên Mam Zekî di wateya jiyana azad, tîfaqa nava Êzidiyan û avakirina jiyanek hevbeş, yêkgirtî û demokratîk de, di bin banê xweseriya demokratîk de pêk bînin.”

Merasîm bi dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin” , “Bijî serok Apo bidawî bû”.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button