“Divê civaka me xwedî li dibistanên xwe derkeve”

Mamosta Xanim Cirdo da zanîn ku wana destpêkê li Şengalê di bin çadirekê de dest bi perwerdeyê kir û got; “Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzidiyan heye

 

Mamosta Xanim Cirdo da zanîn ku wana destpêkê li Şengalê di bin çadirekê de dest bi perwerdeyê kir û got; “Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzidiyan heye. Ji bo civaka Êzidî carek din ber bi tûnebûnê ve neçe, divê civaka Êzidî xwedî lidibistanên xwe derkevin, ji ber ku dixwazin bi hêcetên cûda carek din çand û zimanê civaka Êzidiyan tûne bikin.”

Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidî duh li Şengalê komcivîna xwe pêk anî. Di komcivînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiya Şengalê û rêziknameya perwerdeyê hate destgirtin. Mamosta Xanim Cirdo li ser naveroka komxebata civînê, siyaseta Iraq û hêzên derve ya ser destkeftiyên Êzidxanê yên perwerdeyê ji Rojnews re axivî.

Mamosta Xanim got ku wana beriya 6 salan li Şengalê dibin konekê de dest bi xwendina zimanê Kurdî kirine û îro bi saya destkeftiyan gelek dibistanên wan hene.

Cirdo balkêşa ser siyaseta qirkirinê ya li ser çand û zimanê Êzidiyan û got; “Civaka Êzidî ne tenê ji aliyê fizikî ve hate qirkirin, di warê çandî, bawerî û ziman de jî tê qirkirin. Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzidiyan heye. Di bin navê dibistanê Erebî de qirkirinek spî li ser ziman û çanda Êzidiyan tê kirin. Dixwazin bi siyaseta ku niha ji aliyê hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ve li ser civaka me tê meşandin, zimanê Kurdî û perwerdeya li Şengalê reş bikin. Dixwazin vê yekê bi hêceta zimanê me nefermiye, bidin ferz kirin.”

Mamosta Cirdo got ku pêwîste ciwanên Êzidî xwedî li dibistan û zimanê xwe derkevin. Wek sedem jî da zanîn ku Iraq siyasetek qirêj bi navê fermiyeta zimanê Kurdî nîne, dide rêve birin û dixwazin xwendekaran ji dibistanan dûr bixin. Mamosta Cirdo destnîşankir ku ji ber vê jî divê ciwan hişyar bin û ji çanda ji bo qirkirinê tê bikaranîn, dûr bin.

Cirdo bang li civaka Êzidî kir û got; “Ji bo civaka Êzidî carek din ber bi tûnebûnê ve neçe, divê civaka Êzidî xwedî lidibistanên xwe derkevin. Ji ber ku perwerdeya ziman gelek girînge, divê gelê me li pey dibistanên derve û Erebî nekeve û ji bo zimanê xwe têkoşînek mezin bike. Pêwîste em fermana 73’yan ji bîr nekin û di pergala perwerdeya ziman de bi biryar bin.”

Cirdo di dawiya axaftina xwe de got; “Me destpêkê bi çadirekê dest bi perwerdeya xwe kir, niha jî li Şengalê gelek dibistanên me bi zimanê Kurdî hene. Divê gelê me li gel berxwedaniya xwe ya ji bo deskeftiyên Êzidxanê, xwedî li dibistanên xwe jî derkevin. Berê xwe bidin dibistanên zimanê Kurdî.”

LEYLA LORÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button