TEV-ÇAND û NÇÊ: Xwedî li Şengalê derkevin

Hunermendên Tevgera Çandê û hunermendên Navenda Çanda Êzidxanê bi wesîleya salvegera 4'an a wefata Hozan Dilgeş û zextên vê dawiyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek dan

Hunermendên Tevgera Çandê û hunermendên Navenda Çanda Êzidxanê wiha gotin: “Bi navê hunermendên Tev-Çandê û hunermendên NÇÊ em bang li raya giştî û gelê Kurd û Êzîdiyan dikin, ku li dîjî êrîş û kiryarên qirêj ên dewleta Iraqê, PDK û dewleta Tirk bê deng nemînin. Dagirkirina Şengalê, destwerdana hemû destketiyên gelê Kurd e.”

Di dewamiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin: “Dagirkirina Şengalê destwerdana li destketiyên Kurdan e; xwedî li Şengalê derkevin. Bi navê hunermendên Tev-Çandê û hunermendên NÇÊ em bang li raya giştî û gelê Kurd û Êzîdiyan dikin, ku li dîjî êrîş û kiryarên qirêj ên dewleta Iraqê, PDK û dewleta Tirk bê deng nemînin. Dagirkirina Şengalê, destwerdana hemû destketiyên gelê Kurd e.”

Di destpêka daxuyaniya hevpar de Hozan Dilgeş ku 12’ê Adara 2017’an jiyana xwe ji dest da, bi rêz û minetdarî hate bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hozan Dilgeş ji hêla xebatên me yên hunerî ve û ji hêla têkoşîna me ya azadiyê ve welatparêzekî mînak bû. Hozan Dilgeş, di serdema herî zehmet de bi têkoşîna azadiyê re bû û heta nefesa xwe ya dawî bi têkoşîna azadiyê re meşiya. Bi kesayetiya xwe ya hunermendî, çanda berxwedanê bi pêş ve dibir û bal dikişand ser pirsgirêkên civakî, timî bûye xwedî karakterekî xweser. Hozan Dilgeş, di emrekî ciwan de tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bû û Kurdîtiya bingehîn a Êzidiyatiyê, welatparêziya xurt a li Mêrdînê di şexsê xwe de kir yek. Em Hozan Dilgeş bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku, em ê nirxên ku wî afirandiye, li Kurdistana azad û demokratik, li îradeya Êzîdiyan û daxwazên xweseriyê Êzîdxanê biparêzin.”

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi gefên rêveberiya Bexdayê yên li ser Şengalê hate kirin û ev peyam hate dayin:

“Destwerdana li îradeya êzîdiyan dijminahiyek eşkere ye, dijayetiya daxwazên xweseriyê ye, êrîşek li dijî xwerêvebirin û xweparastinê ye. Kêmasiyek e ku mirov civaka êzîdî li gorî berjewendiya partiyekê bikar bîne, sûdê ji xizaniya wan werbigire, wan bi karanîna karesatên xwe veguherîne berjewendiyên siyasî û aborî. Gelê Şengalê tevî zarokên xwe sed rojê ji bo zextên dewleta Iraq rawestînin, li ber xwe didin û li ber çavê dinyayê wek heyamên nêzîk û dûr, careke din Êzidiyan ji ser cî û warên wan ên pîroz sirgûn bikin. Wan bê nasname, bê sitatu bihêlin. Em wek Hunermendên Tev-Çandê û hunermendên NÇÊ (Navênda Çanda Êzîdxan) bang li raya giştî û gelê kurd û Êzîdiyan dikin, li dîjî êrîş û kiryarên qirêj yên dewleta Iraq ê, PDK û dewleta Tirk bê deng nemînin. Dagirkirina Şengalê, destwerdana hemû destketiyên gelê Kurd e.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button