Dawid Cindî: Divê civaka Êzidî li pêşengên xwe xwedî derbikeve 

Berpirsê Malbenda YNK'ê a li Şengalê Dawid Cindî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên dijî pêşengên civaka Êzidî got; "Kesên tên hedefgirtin, ên ku di şerê dijî DAIŞ'ê de pêşengtî kirine. Divê civaka me xwedî li pêşengên xwe derbikeve û ciwan nekevin xefika dijmin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq, bi taybet Şengalê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Sibatê de Fermandarên YBŞ’ê Agir Cefrî û Pîr Çeko kir hedef. Di êrişa hovane de her du fermandar şehîd bûn. Herwiha di 1’ê Adarê de jî rêveberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo, di encama êrişa dewleta dagirker de şehîd bû.

Derbarê êrişên dagirkeran de, berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) a li Şengalê Dawid Cindî ji ajansa me re axivî.

Dawid Cindî balkêşa ser kesên hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dikin û got; “Sîxuriya pêşketî, nîşana wêye ku gelê me di warê yekîtiyê de kêm maye û hev negirtiye. Kesên tên hedef girtin, hemû ew kesên ku dijî DAIŞ’ê şer kirine û pêşeng bûn. Em bang li civaka xwe dikin li pêşengên xwe xwedî derkevin, ji ber ku van pêşengan û bi sedan hevalên din di oxira Şengalê de canê xwe dane. Lazime gelê me hev bigre da ku bigihin armanca xwe.”

Di dawiyê de Dawid Cindî bang li hemû ciwanan kir da ku nekevin xefika dijmin, ji bo derve kar nekin û derbeyê li civaka xwe nedin.

Rojnews-şengal

Show More
Back to top button