Şandeyek ji Şengalê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeyek ji Şengalê ku ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê û PADÊ pêk tê serdana rojavayê Kurdistanê kirin û bi Fermandariya QSD'ê û Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin kirin.

20’ê Mijdarê şandeyek ji Şengalê ku ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê û Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidyan PADÊ’ê pêkdihat, serdana rojavayê Kurdistanê kirin û bi Fermandariya Hêzên Suriyeya Demokratîk HSD’ê û Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de sipasiya HSD’ê hate kirin ji bo pêngava dawî ya li kampa Holê û rizgarkirina jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê û hate diyarkirin ku ewê bi hevre heya dawî di nav hevkariyê de bin da ku hemû jinên Êzidî ji destê çeteyan bên garkirin, ji ber gurizman hene ku heye niha di kampa Holê de hîna jinên Êzidî hene.

Di hevdîtina bi fermandariya QSD’ê re hate daxwazkirin ku dema hikumeta Iraqê DAIŞ’ên ku hemwelatiyên xwe bigre lêkolîn li ser wan bên kirin da ku jinên Êzidî nekevin nav wan de. Weke ku heyatê diyar kiribû ji ber ku eger jinên Êzidî bi navê DAIŞ’ê bi şaştî teslîmê hikumeta Iraqê bên kirin êdî riya vegera wan bi dawî dibe û dema hikumeta Iraqê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î teslîm bigire, di nava xaka Şengalê re neyên derbaskirin ji ber ev mijar dil giranî ji civaka Êzidî re çêdike, hate daxwazkirin ku di aliyê Rebîa re bêne derbaskirin.

Her wiha heyata Şengalê taybet sipasiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê kurdistanê kirin û teqez kir ku çawa ji fermanê heya roja îro hêz û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê her li pişt Şengalê ye û ji roja yekem ya avakrina Şengalê heya îro her alîkar bû û tecrubeya xwe bi Şengalê re parve kir, ewê Şengalê jî her li gel Rojavayê Kurdistanê be.

Di hevdîtina heyeta şengalê bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re bi giştî rewşa Şengal û Rojavayê Kuridistanê her wiha xeteriya zîndîbûna DAIŞ’ê ya bi êrîşên dewleta Tirk re hate nîqaş kirin.

Ev heyeta ku ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê û Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidyan PADÊ’ê pêk tê, berê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bên, serdan kiribû. Heyetê ev êrîş şermezar kirin û piştgirya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re nîşandan. Her wiha bang li hemû hêzên navnetewî kirin da ku li pêşiya felaketa ku bi vê êrîşê re wê encam bide bigrin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button