Gelê Şengalê Cejna Vejînê pîroz kir 

Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ( YCÊ) 27'ê Mijdarê roja damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin

Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) 44. salvegera damezirandina PKK’ê nefret pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiyê li Baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiyê destpê kir.

Di destpêkê de li ser giringî û wateya rojê Endamê PADÊ Mûsa Şengalî axivî. Şengalî di serîda salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê li tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd pîrozkir û got: “Dijmin her dibêje di nava çend roja de em ê PKK’ê tine bikin, lê va îro em 45’salvegera avabûna PKK’ê pêşwazî dikin, ev wê dide xuyakirin ku heya serkeftinê wê tekoşîna me dewam bike. Ev roj ji bo me civaka Êzidî gelekî giringe, ji ber em hebûna xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de dibînin.”

Piştre ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunera Şengalê ve stran hatin gotin, gel jî li ber stranan govend gerand.

Şahiya ku heya saetên êvarê dewamkir bi pêxisitna agir ya li ser girên bilind ên Geliyê kersê bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button