‘PDK naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade’  

Xebatên namzetê PADÊ yên ji bo hilbijartinan dewam dikin, namzetê PADÊ li Şengalê bi endam û rêveberên şaredariyên Şengalê re civiya behsa girîngiya hilbijartinê kir. Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel da zanîn ku hilbijartin ji bo wan girînge, PDK jî naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade.

Kar û  xebatên ji bo hilbijartinên Iraqê ku tê payîn 10’ê Cotmehê werin lidarxistin dewam dikin. Di vê çarçoveyê de xebatên namzetê PADÊ jî li Şengalê dewam dikin. Li bajarokê Xanesorê endam û berpirsên şaredariyên Şengalê lihev kombûn. Di civînê de behsa girîngiya hilbijartinên Iraqê hate kirin.

Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel di civînê de axivî behsa leyîstokên PDK’ê yên li ser Şengalê kir. Bedel got; “PDK bi hemû hêza xwe dijî îradeya civaka Êzidî pîlanan amade dike, zextek zêde li ser xelkê me yê di nava kampan de dike. PDK naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade, pêwîste tevahî gelê me bi dengê xwe bersiva polîtîkayên qirêj bide. Partiya ku niha bikare van pîlanên qirêj têk bibe, PADÊ ye. Emê heya dawî gelê xwe biparêzin, em dev ji Şengalê bernedin.”

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş ku di civînê de amade bû, behsa pîlan û projeyên xwe kir. Namzetê PADÊ guhdarî gel kir û bersiva pirsên wan da. Semîr Derwêş xwest her kes xwedî li xwe derkeve.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button