Ji bo ewlekariya dengdanê Asayîşa Êzidxanê di nava liv û tevgerê deye

Asayîşa Êzidxanê ji bo hilbijartinan di nava liv û tevgerê deye. Berpirsê Asayîaş Êzidxanê diyarkir ku ji bo parastina Şengal û hilbijartin bi awayek baş bi rêve biçe, ew bi hemû hêza xwe di nava liv û tevgerê dene.

 

Li Iraqê hilbijartinên pêşxwext yên parlamentoya Iraqê destpêkirin. Îro hêzên leşkerî û koçber dikarin biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin. Li Şengalê jî xebatên ji bo ewlekariya hilbijartinê dewam dikin. Asayîşa Êzidxanê bi şev û roj li ser piyanin û parastinê dikin.

Li Şengalê dû navendên dengdanê hene, yek li navenda Şengalê ya din jî li komelgeha Guhbele.

Berpirsê Asayîşa Êzidxanê Elî Husên ragihand ku ji roja yekem ya propagandaya ji bo hilbijartinê heya îro, parastina herêmê dikin. Husên got; “Ev 6 salin em weke Asayîşa Êzidxanê parastina gelê xwe û Şengalê dikin. Ewlekariya herêmê parastiye, ji bo hilbijartinan jî ji roja yekê heya niha em li ser piyanin. Heya niha jî ti pirsigrêkek derneketiye û partiyên siyasî di nava aramiyê de xebatên xwe li Şengalê dane meşandin.

Niha dengdan destpê kiriye, ji bo gel karibe di nava aramiyê de dengê xwe bikarbîne, hêzên me bi şev û roj di nava liv û tevgerê dene. Em weke Asayîşa Êzidxanê parastina hemû Şengalê dikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button