Ciwanên Êzidî Şehîd Bîşeng û Sara bibîr anîn

Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedana du pêşengên Tevgera Ciwanên Kurd, Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bibîranîn û gotin, “Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku emê li her derê rêxistina xwe ya ciwanan mezin bikin û dest ji pêkanîna xeyalên şehîdên azadiyê bernedin.”

Îro di saetên nîvro de, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Goristina Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê, bi daxuyaniyekê şehîd Sara û Bîşeng bibîr anîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yeketiya Ciwanên Êzidîxanê Sara Botan  ve bi amadebûna ciwan û jinên ciwan hate dayîn.

Sara di destpêka daxuyaniyê de di şexsê her du fermandar Şehîd  Sara û Şehîd Bîşeng de tevahiya şehîdên xeta azadiyê bi rêzdarî bibîr anîn. Wiha dewam kir: “Beriya çend rojan bi daxuyaniyekê şehadeta her du rê hevrêyen me Sara û Bîşeng hate ragihandin. Hevalên me di tekoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn. Hevala Sara û hevala Bîşeng du hevalên xwedî ket û tekoşînek bêhempa bûn. Li Rojava, Bakûr, Başûr û çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa kirine.  Armanca dewleta Tirk ji şehîdkirina van hevalan ew bû ku xeta ku ciwan li ser dimeşin, têdikoşîn û xwe rêxstin dikin, tune bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku ewê bi hedefgirtina wan hevalan nikaribe îradeya ciwanan bişkîne.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Raste hevala Sara û Bîşeng hatin hedefgirtin lê wê bi hezaran ciwanên Kurdistanê bikevin ser rêya wan û berdewamiyê bidin tekoşîna wan. Em wek ciwanên Êzidî û jinên ciwan kedeka wan li ser xwe jî dibinin. Ji ber ku xebatên wan dane meşandin ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê û me wek ciwanên Êzidî jî bû. Jiber ku em îro wek ciwanên Êzidî li Şengalê kar û xebatên xwe ku didin meşandin, bi saya ked û xebata wan hevalane. Her hevaleke me ku di nava kar û xebatên ciwana de cihê xwe digire, dema dikin hedef, dixwazin bi wê hedefê derbe li tekoşîna her ciwanekê bidin. Bi dehan salin tekoşîna ji bo azadiya gelan li her derê tê meşandin û ev 10 salin li Şengalê jî ciwanên me xwe rêxistin dikin, her diçe ev rêxistin li her derê mezin dibe. Mezinbûna vê têkoşînê bi saya hevalên me yên şehide. Çiqasî hevalên me hatine hedefgirtin û şehîd ketine, lê ev yek nebûya sedem ku em li tu cihekî gav paşde bavêjin û çok ji dijmin re daynin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Sara Botan ev peyam da : ”Eger îro dewleta Tirk li Rojava, Şengal, Başûrê Kurdistanê û çiyayên azad nikare encam bigire, bi saya hevalên me yên şehîd û tekoşîşna Rêber Apo a ku li îmraliyê dide meşandine. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku emê li her derê rêxistina xwe ya ciwanan mezin bikin û dest ji xeyalên şehîdan yên ji bo azadiya Rêbertî bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.^

 ŞENGAL-ROJNEWS

29/02/2024

Show More
Back to top button