Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrişa dewleta Tirk de Sadûn Mîrza Elî şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrişa dewleta Tirk a dagirker ya di navbera gundê Werdiyê û Ziravikê kir, bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn ku di êrişê de ajokarê wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokane şehîd bûye.

Li Şengalê îro saet di derdora 13:00’an de, di navbera gundên Werdiyê û Ziraviyên yên bi ser bajarokêTilezêrê, balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan bombebaran kir. Derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker de Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber Meclisa Gel ya Sinûnê bi beşdariya nûnerên saziyan û xelkê Şengalê daxuyaniya çapemeniya da.

‘Emê li ber xwe bidin, em terka Şengalê nakin’

Endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko di destpêka daxuyaniyê de da zanîn ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ajokarê wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî yê bavê 3 zarokane şehîd ketiye û wiha axivî: ‘’Em ji dewleta Iraqê re dibêjin ka serweriya te ku tu asîmanê xwe biparêzî? Em ji dewletên navnetewî re dibêjin, ka demokrasiya we? Ji dema fermanê heya roja me li Şengalê êriş li ser êrişê berdewam dike. Lê em dibêjin emê bi şehîdên xwe bihêztir bibin. 5 hezar salin me ziman, ol, ax parastiye. Emê heya dawiyê li ber xwe bisekinin.”

Nemir Pûko destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker ku di fermana 2014’an de dixwest bi deste çeteyên DAIŞ’ê Êzidiyan tune bike, niha êrişên xwe yên qirkirina civaka Êzidî berdewam dike û got: “Em ji raya giştî re dibêjin, emê heya dawiyê li ber xwe bidin û terka Şengalê nekin.”

‘Yên êrişê me dikin, hevalên DAIŞ’ê ne’

Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Her roj êrişê me dikin lê em serî danaynin. Emê li hemberî êrişan gavên xwe xurtir bavêjin. Em bi şehîdan kêm namînin, emê bêtir xurt dibin. Yên ku li ber derê malên me êrişên zarokên me dikin hevalên DAIŞ’ê ne. Em dewleta Tirk jî, dewleta Iraqê jî bi tundî şermezar dikin. Destê wan di vê êrişê de heye. Em bi xwîna şehîdên xwe serbilindin û em dest ji vê dozê bernadin.”

Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl her wiha bibîrxist ku ev êriş di salvegera şehadeta fermandarê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo de pêk hatiye û got: “Em li ber van êrişan dest danaynin û emê ji berê zêdetir li ser kar û xebatê xwe bin.”

 ŞENGAL-ROJNEWS

29/02/2024 Demjimêr 18:16

 

Show More
Back to top button