Şemo Xwedêda: Şengal ne milkê tu  kesî ye

Yêk ji rûspiyên Şengalê Şemo Xwedêda ji anha re axivîye û nêrîn dane. Ajansê nêrînên Şemo xwedêda bi berfirehî parvekiriye. Em jî cardin wekî xwe dihêlin û li ser malperê parvedikin

Piştî plansaziya dagirkirina Şengalê, bi demê re xeteriya li ser Şengalê zêdetir dibe û gefên ji aliyê dewleta Iraqê ve berdewam dikin. Dewleta Iraqê beriya niha ragihandibû ku divê heta 1`ê Nîsana bê,  Asayîşa Şengalê ji navendên xwe derkevin. Têkildarî geşedanên dawî yên li Şengalê û peymanên li dijî civaka êzidî têne mohrkirin, ajansa me hevdîtin bi rûspiyekî eşîra êzidiyan ê li çiyayê Şengalê re Şemo Xwedêda re çêkir.

Xwedêda destnîşan kir ku rewşa Şengalê pir hesas e û hemû  şêniyên Şengalê dizanin ku li dijî Şengalê plan hene, her wiha paşxaneya peymana têkildarî Şengalê ku di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK`ê de hatiya morkirin, nas dikin, dewleta Tirk a dagirker ji bo ev komplo li dijî gelê êzidî pêk were, 5 milyon dolar da hikumeta Iraqê.

Şemo Xwedêda da zanîn ku PDK`ê ji bo pêkanîna berjwendiyên xwe koçberên êzidî bi kar tîne û dema civaka êzidî peymana dualî ya di navbera PDK`ê û Kazimî de red dike, tê wateya ku bindestiyê red dike.

Şemo Xwedêda îşaret bi komkujiya di Tebaxa 2014`an de ya li dijî gelê êzidî pêk hat, kir û diyar kir ku li dijî gelê wan qirkirin pêk hat, ev yek nayê wesifdayîn, sedema vê yekê jî ew e ku hêzên pêşmergeyan dev ji gel berda û heta niha qêrîna jinên li  Şengalê ji  ber guhên wan neçûye. Li derdora Şengalê niha zêdetirî 70 heta 80 gorên komî hene û ji bo derxistina cenazeyên gel tu  kes tev  nagere.

ꞌEM LI HEMBERÎ HEMÛ KESÊN LI DIJÎ VÎNA ÊZIDIYAN PLANAN DIKIN, DISEKININꞌ

Şemo Xwedêda bal kişand ser ku Hêzên Berxwedana Şengalê û  Asayîşa Şengalê li  pêşiya rêxistin û saziyên hikumî nabin asteng ku li derdora Şengalê goran vekin û got: “Em li hemberî hemû kesên ku ji bo têkbirina vîna êzidiyan planan dikin, disekinin, her wiha peymanên hovane yên li dijî gelên me yên li Şengalê têne mohrkirin, disekinin û hemû kesên hewldana destwerdana vîna civaka me dikin, ew ê bersiveke guncaw bibînin.”

Şemo Xwedêda diyar kir ku civaka êzidî dê rê nede ku ew careke din rastî planên qirkirinê werin,  ji lew re ew ê rê nedin ku careke din jin û xwişkên wan werin revandin û çanda êzidiyan jî were talankirin.

Şemo Xwedêda da zanîn ku Şengal rastî hovîtrîn sûcan hat,  di heman demê de komplogeran hewl da Şengalê veguherînin qadeke karesatê û ev yek lê zêde kir: “Dema êrişên 2014`an pêk hatin, heta bi stûnên ronahiyê rakirin û armanca ji vê yekê ew bû ku Şengalê veguherînin herêmeke karesatê, lê bi saya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê ji nû  ve Şengal hate avakirin û şaristaniya wê hate parastin.”

Xwedêda bi bîr xist ku Şehîd Mam Beşîr beriya niha gotibû ku ger ew malekê hilweşînin ew ê bi sedan malan ava bikin û ew di wê baweriyê de ne ku rêveberiya wan dikare vê yekê bike û heta ku komploger hewl bidin sedên malan hilweşînin jî ew ê bi sedan malên din ava bikin.

ꞌHEMÛ ŞENGALÎ PIŞTGIRIYA HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ DIKINꞌ

Şemo Xwedêda destnîşan kir ku eşîrên Şengalê tevde piştgiriya hêzên leşkerî dikin ku ew jî Hêzên Parastina Şengalê ne û ev xal li gotinên xwe zêde kir: “Em bi şervanan re di xendeqekê de ne, ji xwe me soza vê yekê daye gel û şehîdên xwe û em ê li ser soza xwe bimînin.”

Xwedêda îşaret pê kir ku hin hêz hene hewl didin li pêşberî raya giştî û dewleta Iraqê wêneya Rêveberiya Êzidiyan xirab nîşan bide, da ku îtîrafek bi komkujiya ku sala 2014`an pêk hat, çênebe û wiha odmand: “Idîaya hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şengalê dikin, lê  PKK`ê ji gelê êzidî re gelek berdêl da. Em helwesta wan ji bîr nakin û di dîroka me de hate nivîsandin. Wekî fikir heye, ev mafekî xwezayî ye. Lê wekî şervan tu kes ji wan li Şengalê tune ne.”

Her wiha Xwedêda piştrast kir ku Şengalê ji aliyê gelê wê ve tê birêvebirin û ev yek xuya kir: “Em êzidî xwe bi xwe bi rê ve dibin, şervanên li Şengalê ciwanên Şengalê ne. Mesûd Barazanî destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinan de dengê partiya xwe bide Kazimî. Ji bo redkirina vîn û rêveberiya şengaliyan û Hêzên Berxwedana Şengalê dewleta Tirk a dagirker 5 milyar dolar dane wî. Ji lew re agahiyên nerast belav dikin. Kazimî şaştiyekî mezin dike.

Têkildarî rêveberiya li Şengalê Xwedêda got: “Êzidî niha rêxistina xwe ya siyasî ava kirine û xwe bi rêxistin kirin. Ger beriya niha êzidiyan xwe bi rêxistin kiriba, 74 ferman bi serê wan pêk nedihatin. Di hilbijartinên bê de êzidî dê dengên xwe bidin rêxistin û partiya xwe ya siyasî. Dê dengên xwe nedin kesên ku gelê xwe neparastine. Lê belê dê dengên xwe bidin kesên ku gelê Êzidî di parlamentoyê de diparêzin.”

ꞌGEL ÇAVKANIYA RÊVEBERIYÊ YEꞌ

Xwedêda got gel çavkaniya rêveberiyê ye û diyar kir ku heke hikumeta Iraqê bixwaze dikare di 5 deqeyan de waliyekî biguhere, di 20 deqeyan de dikare serokwezîrên Iraqê biguherê û wiha pirsî: Wê demê çima niha vîna gelê êzidî bi awayekî cidî nagirin dest? Çima waliyê herêma Şengalê naguhere û li şûna wî yekî ji Şengalê erkdar nake? Sedema sereke ya vê yekê ew e ku dixwazin pare Şengalê ji budçeyê bidizin û bixin bêrîka Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK.”

Xwedêda wiha pê de çû: “Di dîroka mirovahiyê de gelê êzidî kevntirîn gel in û rastî gelek pêlên koçberiyê hatiye, lê bi saya berxwedan û hevgirtina bi çand, ol û baweriya xwe ya li ser xaka pîroz a Şengalê, têgihiştine hemû plan û siyasetên li dijî wan têne kirin.”

Xwedêda koçberên şengalî yên ku bi siyasetên PDK`ê hatin xapandin muxateb girt û got: “Em ji wan re dibêjin ku deriyên Şengalê ji wan re vekirî ne û em ê bi kêfxweşî pêşwaziya wan bikin û wan deynin ser serê xwe.”

ꞌDAXWAZA ÊZIDIYAN A JI HIKUMETA IRAQÊ MAFÊ WAN Ê REWA YEꞌ

Xwedêda bal kişand ser qirkirina ku gelê êzidî pê re rû bi rû ma û got: “Qirkirina êzidiyan ne tiştekî hêsan e û kesên hewldana pêkanîna vê qirkirinê dikin, dê bi ser nekevin. Tişta ku gelê êzidî ji hikumeta Iraqê dixwaze mafekî rewa, destûrî û qanûnî ye.”

Şemo Xwedêda diyar kir ku ger ew kes li çiyayê Şengalê nemabana û parastina wan nekiribana, dê tiştek bi navê êzidî jî li ser rûyê erdê nemaba, Şengal bi siyasteke plankirî û orgenîzekirî hat frotin û hemû vê rastiyê dizanin.

ꞌDIVÊ GELÊ ME LI DENGÊN ME GUHDARÎ BIKINꞌ

Xwedêda ev bang li civaka êzidî kir: “Em dixwazin gelê me li me guhdarî bikin, îro em xwedî hêz in û xwedan her tiştî ne. Ger dewletekê di nav de dewleta Iraqê êrişî Şengalê bike, em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Wekî gelê êzidî li pêşberî cîhanê tevde dîroka me diyar e, heta ku sed balafirên me hebin jî em êrişî tu kesî nakin. Ger cîhan tevde li dijî Şengalê bisekine em dê asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Ji ber ku ev soza me ye ku me daye şervanên ku ji bo parastina Şengalê canê xwe feda kir û em dê soza xwe bînin cih.”

ꞌTIŞTEKÎ QASIM ŞEŞO Û HEYDER ŞEŞO LI ŞENGALÊ NEMA YEꞌ

Şemo Xwedêda îşaret bi peymana dualî ya di navbera Bexda û Hewlerê de ku di 9`ê Cotmeha 2021`ê de hatibû mohrkirin û ragihandina Qasim Şeşo Meclisa Şengalê kir û domand: “Meclisa eşîran li Şengalê heye û ji kesên ji Şengalê re wefedar in, parastina destkeftiyên wê dikin û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî kar nakin, pêk tê. Kesê bi navê Qasim Şeşo bi rêya avakirina meclisê hewl da şêniyên Şengalê bibe aliyê xwe. Lê jinên ku hatin qetilkirin kanîn? Ciwanên ku serên wan hatin serjêkirin û cenazeyên wan hîn li çolistanê ne kanîn?”

Xwedêda helwesta xwe ya der barê meclisa ku Qasim Şeşo û Heyder Şeşo ava kiriye wiha rave kir: “Êdî her kes dizane ku tiştekî Qasim Şeşo û Heyder Şeşo li Şengalê nemaye û tenê sîxurtiyê dikin. Ger ne ji berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li Şengalê baya, dê niha tiştekî wan nemaba. Ji lew re divê vegerin hembêza civaka êzidî û piştgiriya gelê êzidî bikin.”

Şemo Xwedêda peyamek ji Qasim Şeşo û Heyder Şeşo şand û got: “Dûrî vê siyasetekê bisekinin. Ji ber ku parçebûna civaka êzidî armanc dikin. Gelê êzidî tevde yek e û ger êzidiyek rastî êrişan were dê zirarê bigihîne yê din. Em êzidî ne û qewmê Tawûsê Melek in. Tu niha deyndarê Şengalê ye. Destên te di xwîna zarokên Şengalê de heye. Tu bû sedema qirkirina bi hezaran êzidî û heta niha çarenûsa bi sedan dayîkên me ne diyar e. Piştî ewqas sûc tê çawa li pêşberî xwedê bisekinî? Şenga niha ne milkê tu kesî ye, lê belê milkê xelkê Şengalê bi tenê ye.”

ꞌJI BO AVAKIRINA ŞENGALEKE NÛ DIVÊ XEBAT WERE KIRINꞌ

Şemo Xwedêda bang li ciwanên  êzidî kir ku tev li YBŞ, YBŞ-Jin û Asyîşa Êzdîxanê bibin da ku şengaleke nû ava bikin û got: “Niha Şengal dûrî lîstokên dewletên derve ye, ger niha ev yek niha çênebe dê di pêşerojê de pêk were. Di heman demê de ger gelê êzidî rastî fermana 74`an were, em amade ne bê xwarin, bê stargeh bimînin û ji bo parastina destkeftiyên Şengalê em dê çek rakin.”

ꞌŞENGAL XWEDÎ CIWANÊN FEDAYANEꞌ

Rûspiyê êla êzidî Şemo Xwedêda axaftina xwe bi van xalan dewam kir: “Niha Şengalê ne wekî berê ye, ji bo parastina destkeftiyên Şengalê, ciwanên fedayane hene û madam em li ser xaka xwe dijîn em dê rê nedin tu kesî ku destwerdana Şengalê bikin. YBŞ û YBŞ-Jin û Asayîşa Êzîdxanê ne bi hêsanî hatine avakirin ku bi vê hêsanbûnê dev ji xaka Şengalê berdin, Şengalê dê wekî xwe bimîne û dê ji nû ve were avakirin.”

ꞌDIVÊ ÊZIDÎ BIBIN YEK`

Di dawiyê de Şemo Xwedêda bang li gelê êzidî kir ku hêzên xwe bikin yek, gelê êzidî bi saya têkoşîna YBŞ`ê xwedî vîn û hêz in û dê mafên xwe bi dest bixin û wiha got: “Ev mafê ye, qanûnî û ne qedexe ye. Em gelê xwe yê li derveyî Iraqê silav dikin û bang li wan dikin ku desteka civaka êzidî bikin, dengên wan bigihînin civaka navneteweyî, her wiha em bang li rêxistinên mafên mirovan ên Iraqê û yên navneteweyî dikin ku piştgiriya gelê Êzidî bikin.”

ÇAVKANÎ: ŞİNGAL-ANHA

Show More
Back to top button