Koçberê piştî 8 salan vegeriya: Ji derveyî Şengalê ti cihekî me ya din nîne

Xwedêda Helo Hesen ku ji ber êrişa çeteyên DAIŞ'ê koçber bibû, piştî 8 salên koçberiyê li warê xwe Sîba Şêxxidirê vegeriya û da diyarkirin ku gel em bi saxî venegerin ser malên xwe wê me bi mirî vegerînin Şengalê û banga vegerê li tevahiya Êzidiyan kir.

Civaka Êzidî ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa sala 2014’yan de ji warên xwe koçber bibûn, cardin vedigerin ser malên xwe.

Rexmê ku PDK’ê bi hincetên cuda cuda rê li ber vegera koçberê Şengalê digire û destûra wan a vegerê ji bo her malbatê na de jî lê dîsan civak xatir ji jiyana koçberiyê dixwaze. Xwedêda Helo hesen ku di 3’ê Tebaxa sala 2014’an weke bi hezaran malên Êzidiyan koçber bû û zêdetirî 8 salan bû di nava koçberiyê de li wargeha Êsiyan a ser bi Şêxan jiyan dikir. Xwedêda niha li mala xwe ya li Komelgeha Sîba Şêxxidir vegeriyaye.

Xwedêda bi dilekî  xweş derbasî nava mala xwe dibe ku di dema êrîşa çeteyan de xatir jê xwestibûn û dibêje ku wargeha wan a herî dawî Şengale, ji ber wê demek ji demekê zûtir lê vegerîn baştire.

Ji bilî Şengalê cihekî me yê din nîne

Xwedêda wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zêdetirî 8 salane em li koçberiyê bûn, gelê Başûr ji bo me gelek baş bû, lê her dawiya me bû vegera li Şengalê. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin vegerin li ser malên xwe. Ji berê de em dibêjin şam şekire, lê welat şîrîntire. Başûrê Kurdistanê çiqas beşek ji welatê me be jî, lê dîsa wek warê bav û kalên me lê nayê. Di nava van salên koçberiyê deme gelek zehmetî dîtin û taybet di aliyê şewaata çadira de, her destê me li ser dilê me bû. Ji ber ku gelek caran şewat çêdibû. Lê em dizanin ji bilî Şengalê cihekî me yê din nîne. Ger, em bi, saxî venegeriyana, ser malê xwe, wê me bi mirî vegerandiban. Ya herî baş vegera li ser warê bav û kalaye.”

‘Bi hezaran Êzidî li benda vegera ser warên xwe ne’

Xwedêda Helo her wiha destnîşan kir ku beşek mezin ji xelkê Şengalê li benda vegera li Şengalê ne û wiha axivî: “Ji bo em vegerin Şengalê pêwîstî bi hinek belgeyan heye ku ji Rêveberiya Asayîşa Dihokê, Wezareta Koç û Koçberan û hinek rêxistinên din bigirin. Bi hezaran kes li benda vegera li Şengalê ne. Em dixwazin li Şengalê jî rêxistinên alîkariyê hevkariyê bidin me. Ji ber ku gelek kes hene malên wan xirabûne û pêwsîtiya wan bi alîkariyê hene.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button