‘Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye’

KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê banga xwedîderketinê kir û got ku roj roja xwedîderketina li Şengalê ye

Li dijî gefên hikumeta navendî ya Iraqê yên li ser Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê, KCDK-E’yê jî daxuyanî da. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ê bi mejiyê DAIŞ’ê, bi êriş û polîtîkayên qirêj ên li dijî sazî û hêzên parastinê yên Şengalê dixwaze komkujiyeke nû li Şengalê pêk bîne û saziyên civaka me ku bi fedakariyeke mezin afirandine tune bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dîktator Erdogan vê yekê nikare yekser pêk bîne, lewma dixwaze bi destê hikumeta Iraqê û PDK’ê pêk bîne. Lihevkirina navbera Bexda û Hewlêr (PDK) a 9’ê Cotmeha 2020’î projeya dagirkirina bi temamî ya Şengalê (Êzidxan) û qetilkirina Êzidiyan e.

Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk Hûlûsî Akar piştî serdana li Iraq û Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi hikumeta Iraqê re li ser êrişa li dijî Şengalê axiviye. Heman piştî vê daxuyaniyê, hikumeta navendî ya Iraqê 10’ê Adarê bi gotina ‘heta 24 saetan çekên xwe radest bikin û bajêr biterikînin’ hişyarî da Hêzên Asayîşê yên Şengalê, ku ev yek banga ji bo fermaneke nû bû. Neteweyên Yekbûyî, Iraq, PDK ên ku Şengal di nava komkujiya DAIŞ’ê de hiştin dixwazin ku Şengalê ji destê parêzvanên Şengalê derxînin û ji nû ve radestî şebekeya xiyanetê û teslîmiyetê bikin.”

KCDK-E’yê daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya 9’ê Adarê jî bi bîr xist û wiha pêde çu: “Bila cîhan tev zanibe ku em ê bêedaletiyê ti carî qebûl nekin. Em ê dest ji daxwazên xwe, dest ji xaka xwe bernedin.”

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E’ê de ev bang li gelê Kurd û dostên Kurdan hate kirin:”Li dijî vê siyaseta kujer, qirêj û nexêr, bi ruhê seferberiyê em li her devera ku lê ne rabin ser piyan, biherikin qadan. Bi çalakiyên xwe yên li her cihî em li ber komkujiyên nû rabin ku li ser Şengalê û civaka Êzidî tên ferzkirin. Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button