Aktîvîst El-Cerah: Tevî evqas gorên komî jî, we kariye civakek bihêz ya azad avabikin!

Aktîvîsta Iraqî ya ji Bexda'yê beşdar bûye Bidûr El-Cerah jî beşdarê komxebata ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Öcalan bû û matmayîna xwe ji destkeftiyên jinên Êzidî bi vê gotinê îfade kir: "Tevî evqas gorên komî li ser axa we heye jî, we kariye civakeke bihêz û azad ava bikin."

Aktîvîsta jin ya ji paytexta Iraqê Bexda’yê Bidûr El-Cerah beşdarî komxebata ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ya li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ û Meclisa Jinên Ereb hate rêxistinkiriye bûye, li ser navê mêhvanan peyameke kurt da. El-Cerah li beramber sîstema li Şengalê avabûye û asta jinên Êzidî gihîştiyê matmayî ma û got: “Tevî ku li ser axa we evqas gorên komî heye jî, we civakeke azad û bihêz avakiriye.”

El-Cerah di dewama axaftina xwede îşaret bi qirkirina li ser Êzidiyan kir û got: “Civaka me ku bi dehan sale, tê qirkirin, lê dîsa jî hêz û hêviyê diafirîne. Tevî ewqas gorên komî li ser axa we hene jî, lê we bi hêza xwe civakeke bihêz û azad avakiriye.”

Li ser siyaseta qirkirinê ya li dijî gelên herêmê jî El-Cerah wiha axivî: “Li her cihekî çiqekî dara zeytûnê were qutkirin, em li cihê wê de baxçeyekî ji darên zeytûnan ya weke Rojhilata Navîn hemû bawerî û netewan di nava xwede dihewîne biçînin. Roja pîroz, mirovên pîroz hildibijêre. Baweriya Tawis hemû rengên jiyanê di nava xwede dihewîne. Biz tevan bihezkirin silav dikim.”

Komxebat bi dayîna semînera TAJÊ, YJŞ’ê, Jinên Ciwan û Jinên Ereb wê dewam

ŞENGAL/ROJNEWS

 12/02/2024 

Show More
Back to top button