Li Şengalê komxebata Jinên Êzidî û Ereb ya ji bo azadiya Rêber Öcalan destpê kir

Komxebata Jinên Êzidî û Ereb ya ji bo azadiya Rêber Ocalan ya bi wesîleya Komploya 15'ê Sibatê, bi beşdariya 160 kesî û gelek aktîvîstên jin ên Iraqî li Şengalê destpêkir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, bi wesîleya komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan komxebatek li Şengalê bi beşdariya 160 jinên Êzidî û Ereb rêxistin kir û komxebat bi deqîqeyek rêzgirtin ji tevahî şehîdên têkoşîna azadiya jin û 74 fermanan re destpêkir.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û şervanên YJŞ’ê jî beşdarê komxebata bi dirûşmeya, ‘Bi jin, jiyan azadî, emê azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ bûn.

Li salona komxebatê wêne û posterên Rêber Apo û pankartên bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re Azadî’, ‘Ji Şengalê re Xweserî’ û ‘Ji Faşîzim û Tecrîdê re Êdî bese’ hatin daliqandin.

Ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên sivîl yên Iraqê beşdarê komxebatê bûne. Ji wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Şehrezad Qasim Xelef, ji parêzgeha Mîsanê Rojnamevan Îmen Qasim, ji Nasiriyê Seroka Rêxistinên Sivîl Xemayî El-Ziyadî, ji Mesawe aktîvîst Nûr Şemarî, ji Besrayê aktîvîst Leyla Şerîfî û Bidûr Cerah tevlî komxebatê bûne.

Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin. Riham Hico xêrhatina hemû mêhvanan kir. Riham Hico beriya dest bi axaftina xwe bike, komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo pêkhat û hîn dewam dike, şermezar kir û wiha axivî: “Em bi xêrhatina hemî beşdarvan û mêvanên xwe yên hêja dikin û bi taybet em bi xêrhatina mêvanên xwe yên ku ji Bexda, Musil, Kerbela, Mîsan, Necef, Nasiriya, Dîqar û herêmên sînorî ji Medîban bigire heta bi Hesawîk dikin, hun ser sera û ser çavan hatin. Armanca me ya li darxistina vê komxebatê bi dirûşmeya ‘Bi jin, jiyan ,azadî, emê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin’ ewe ku komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, rast were xwendin û rastiya komplogeran were eşkerekirin ê welatê me dagirkirin û talan kirin civaka me qirkirin heman hêz bûn.

Berî her tiştî em wan hêzên ku beşdarî komployê bûn şermezar dikin. Ev komplo 25 sal lipey xwe hişt û dikeve 26 saliya xwe. Hêzên ku ev komplo rêxistin kirin, ew hêzin ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkan kûr dikin. Berjewendiyê wan di şerê li Rojhilata Navîn de heye, aramiya rojhilata navin ne di berjewendiya wan deye. Berjewendiya wan di bê tifaqî û nakokiya gelan de heye, berjewendiyên wan ji xurtkirina nijatperestî, olperestî, cinsiyetperestî, xerakirin û talankirin û perçekirina vê axê de heye. Ji bo wê her diçin şer li herêmê kûr dikin, ji ber hêza wan di kurkirina pirsgirêkan de heye.

Di şexsê Rêber Apo de civakê qirdikin û nahêlin pirsgirêk li rojhilata navin çareser bibe. Ji ber kilîda çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Rêber Apo ye. Fikirê Rêber APO rê li ber planên wan digire û nahêle armancên wan li herêmê pêkbên. Neteweya demokratîk û paradigma azadiya jinê, hezkirina gelan û netewane. Felsefeya Rêber Apo berovajiyê zihniyeta wane. Ji bo wê xwestin bi komployê Rêber Apo bidin aliyekê, heta karibin berjewendiyên xwe li herêmê bicih bînin.

Ji wê roja ku plana vê komployê çêbû Rêber Apo dîl hate girtin, li Îmraliyê sîstemek êşkenceyê durî aqilan 25 salin tê meşandin. Hemû rêbazên êşkenceyê li ser Rêber Apo didin meşandin, ev sê sale tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta Tirk hemû rêbazên qirêj dide meşandin û Rêber Apo ji hevdîtinan bê pare, ev kiryarên dewleta Tirk mirovan dixin nava fikaran, her rewşa ku li Îmralî bi qewime, di serî de CPT, hemû dewletên navnetewî berpirsyarin. Ev dewletên li beramberî vê êşkenceya durî mirovatiyê bêdengin, hevkarin.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em vê kombxebatê giring dibînin, ji ber hatina cem hev di bin fikira netewa demkoratîk de, di vê dema dîrokê de di nava awqas aloziyan de pir biwate ye. Em îro li vir ji hemû parêzgeh û pêkhateyên Iraqê, weke jin bi saya Rêber Apo kombûne. Nîqaşên ku li vir pêşbikeve encamên ku derkevin, ji bo rêxistinkirina jinan û têkoşînekî hevbeş ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo di fikirê xwe de azade, em bi fikir û felsefeya wî bûne xwedî îrade û rêxistin û nasname, bûn xwedî hêzên xwe parastinê. Ji bo ku em bibin xwediyê nasnameyek azad, pêwste em weke jin têbikoşin, pêwste em fikirê Rêber Apo baş bixwînin, xwe têde kûr bikin û wî fikirî belavbikin. Belavkirina vî fikirî erka me jinane, heta Rêber Apo azad bibe, emê di nav têkoşinê debin. Em bang jinên Êzidî û jinên Iraqê dikin ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin, lazime em yekitiya xwe xurt bikin û hevbeş têbikoşin û hemberî komplogeran xwedî bername bin, bi hêza xwe cesareta xwe vê tekoşînê berfireh bikin.” Komxebat di van kêliyan de dewam dike.”

Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî axivî. Riham Hesen jî komployê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di Şexsê Rêber Apo de xwestin civaka Rojhilata Navîn û gelan tune bikin û ji holê rakin, lê fikra netewa demokratîk ya xwe di spêre fikira rêber Apo, rê li ber hemû planên wan girt.

Di dema desteserkirina Rêber Apo de bi dehan hevalên me çalakiyên fedayî li darxistin û ne hiştin ku komplo bigihe armanca xwe, ji roja ku Rêber Apo di zindandê deye, gelê Kurd hemû li ser piyane. Li gorî qanûên navnetewî divê Rêber Apo êdî azad bibe, lê dewleta Tirk a dagirker wê hemû rêbazan bide karanîn heya ku karibe rêbertiya me di zindanê de bihêle, lê em li vir dibêjin ku her kêliya jiyana me bi rêbertiya mere ye û emê tu carî rênedin dagirkeran ku wan firsendan bi dest bixe.”

Li gorî komîteya amadekar bernameya komxebatê ku bi moderetoriya Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî tê rêvebirin û wê heya saetên êvarê bikişîne wiha ye:

Sînevîzyonek ji perspektîfên Rêber Apo ya derbarê komploya navnetewî û sedemên wê de were nîşandan. Piştî sînevîzyonê dê 4 semîner were dayîn.

Li ser navê TAJÊ Lava Şengalî, li ser navê Meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa, li ser navê YJŞ’ê Aven Tekoşer û li ser navê Jinên Ciwan Avesta Êzidî, li ser navê mêhvanên ji Iraqê hatine jî Bidûr Cerah wê biaxivin.

Piştî semîneran wê li ser nêrîn û pêşniyarên ji komxebatê derbikevin, encamnameya komxebatê were eşkerekirin.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button