El-Arecî: Eger xelkê Şengalê vegerin ser axa xwe, dê mafên xwe bidest bixin 

Yek ji mezinên Şîeyên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Arecî diyar kir hêzek li Şengalê şehîd nedabe, nikare bêje min Şengalê rizgar kiriye: “Şehîd Şengalê rizgar kirine. Rêya bidestxistina mafên xwe jî di vegera Şengalê re derbas dibe.”

Ji ber hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengalê terk kirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Şervanên YPG-YPJ, gerîlayên HPG-YJA-Starê û ciwanên Êzidî yên hatin perwerdekirin pêngava rizgarkirina Şengalê dan destpêkirin û di 13’ê Mijdara 2015’an de hate rizgarkirin. Di encama pêngava rizgarkirin û parastina Şengalê de heya niha bi sedan şehîd hatine dayîn.

Yek ji mezinên Şîeyên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Arecî bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re axivî.

Mehmûd El-Arecî diyar kir Şengal ji DAIŞ’ê hatibe rizgarkirin jî zext û planên li ser herêmê berdewame û wiha axivî: “Şengal di warê ewlekariyê de di dema xwe ya herî baş de ye. Şengal yekem cih bû li dijî DAIŞ’ê li berxweda û destûr neda bi temamî bikeve destê çeteyan. Xelkê Şengalê û yên bi hawara wan ve hatinin li serê çiyayê Şengalê li berxwedan.”

Seyîd Mehmûd El-Arecî daxuyakirin ku îradeyeke mezin li şengalê çêbûye, lê zext û gefên aliyên siyasî hene û wiha pêde çû: “Îradeyeke mezin li Şengalê çêbûye. Eer gel jî vegerin ser axa xwe, wê mafên xwe mîsoger bikin. Yegane rêya bidestxistina mafan, vegera li Şengalê ye.”

El Arecî hêzên ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de rol lîstine û berdêl dane jî bibîrxist û got: “Divê bê şîrove ev rastî bê fêm kirin; Hêzek ku şehîd nedabe, nikarin bêjin ew Şengalê rizgarkirine. Şehîd Şengalê rizgarkrine. Lê hinek aliyên siyasî yên sexte yen Iraqê û Kurd îddîa dikin ku wan Şengalê rizgar krine. Aliyên ku şer nekirine, li ser ragihandinê bangeşeya qaşo wan Şengalê rizgarkirine dikin!”.

Mehmûd El-Arecî behsa pîlanên PDK’ê yên li ser Şengalê jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “PDK dixwaze civaka Şengalê bîne hember hev û di bin navê hilbijartinan de jî xwest aloziyan derxe. Ev yek xizmeta Şengalê nake. Eger dixwaze xwe ji teslîmkirina Şengalê ji bo DAÎŞ’ê rizgar bike, pêwîst e beriya her tiştî kesên bûne sedemên şikestina Şengalê bên cezakirin. Eger ev yek neyê kirin tê wê wateyê ku rêzê li şehîdên di fermanê de canê xwe dane nagire.’

El-Arecî îşaret bi sîstema demokratîk û rêxistinkirî ya gelên li Şengalê jî kir û got: “Niha rewşa Şengalê li gorî beriya fermanê cûda ye. Ji ber tevahiya gelên li Şengalê xwe birêxistin kirine û bi hêzên ewlekariyê re dibin alîkar. Herçend girêdayî aliyên cûda jî bin, lê di encam de parastina Şengalê dikin û ser bi hikûmeta Iraqê ne.”

Di dewama axaftina xwede li ser gefên çekdarî yên hinek hêzan jî El-Arecî ev hişyarî da: “Dixwazim vêya bêjim, çi hêzek bixwaze destwerdanê li Şengalê bike û zora hêz xwe li ser Şengalê ferz bike, wê hesab bide. Bila ti kes nefikire wê bikare careke din Şengalê ji bo xwe bikarbînin.”

Seyîd Mehmûd El-Arecî ji Şengaliyan xwest nekevin bin bandora aliyen siyasî yên derve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila xelkê Şengalê nekevin bin bandora aliyên siyasî û derve. Ji ber em weke gelê Şengalê di ferman û qirkirinê re derbasbûne. Eger em nebin yek û her kesek hewl bide ji aliyekî ve bibe, emê nekarin mafên xwe bidestbixin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button