Asayîşa Êzidxanê Şehîd Şêrzad bibîr anî: Emê xwedî li ked û xeyalên wî derkevin

Asayîşa Êzidxanê di yekemîn salvegera fermandarê asayîşê şehîd Şêrzad Şemo bibîr anî û ev peyam hate dayîn: “Fermandarê me Şêrzad Şemo timî li dijî dagirkeriyê xeta berxwedanê hilbijart û di pêkanîna şoreşa gelê me de cihê xwe bi serbilindî girt. Şahadeta wî bi destê xayînan pêkhat, lê bi sedan ciwanên din ên Êzidxanê li ser şopa wî di parastina Şengalê de cih girtine û digirin. Bila çavê şehîdên me li paş nemîne, emê xwedî li ked û xeyalên wan derkevin.”

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê di daxuyaniyeke nivîskî de, li gel bîranîna şehîd Şêrzad Şemo, şehîd Sadûn Mîrza Elî ku di dema amadekariyên bîranîna şehîd Şêrzad de şehîd bû jî bibîr anî û ragihand, ewê bi mezinkirina hêzên parastina Êzidxanê xwedî li ked û xeyalên şehîdan derkevin.

Di destpêka daxuyaniyê de Fermandariya Asayîşa Êzidxanê de de şehîd Şêrzad hate bîranîn û wiha hate gotin: “Em fermandar û hevrêyê xwe şehîd Şêrzad Şemo bi rêzdarî bibîrtînin. Hevrêyê me 1’ê Dara 2023’an li navenda Şengalê di encama êrîşeke bêbext a xayînan de gihîşt şahadetê. Ev êrîş jî weke fermana 2014’an di encama hevkariya mala Barzaniyan ya bi dewleta Tirk re pêkhatibû. Di encama vê êrîşê de hevrêyê me Şêrzad Şemo gihîştibû şehadetê.”

‘Di avakirina Asayîşa Êzidxanê de roleke pêşeng lîst’

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê diyar kir, şehîd Şêrzad Şemo hem weke welatparêzek û hem jî weke pêşengek di avakirina Asayîşa Êzidxanê de roleke girîng lîstiye û wiha hate gotin: “Hevrê û fermandarê me şehîd Şêrzad Şemo, hem di avakirina Asayîşa Êzidxanê de, hem jî di serkeftina şoreşa Şengalê de cihê xwe bi şanazî û serbilindî girt. Li hember dagikeriyê timî xeta berxwedan berxwedanê hilbijart û di têkoşîna azadiyê de bû xwedî sekneke domdar. Armanca wî azadiya hemû gelan û bihevre jiyankirin bû. Di sala 2009’an de tevlî xebatên TEVDA’yê dibe. Dema êrîşên DAIŞ’ê 2014’an çêbû, berê xwe da nava refên berxwedanê, di rizgarkirina keç û jinên Êzidî de roleke mezin lîst.”

‘Mîrateyeke mezin a têkoşînê li paş xwe hişt’

Asayîşa Êzidxanê daxuyakirin, şehîd Şêrzad Şemo di berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî cih girtiye û wiha dom kir: “Hevrê Şêrzad xwe di warê fikrî û leşkerî de baş perwerdekiribû û ezmûnên wî yên baş hebûn. Bi van ezmûnên ku girtibû di eniya pêş ya berxwedanê de cih girt. Bi têkoşîna ku hem li Rojava hem jî li Şengalê da, mîrateyeke mezin a têkoşînê li paş xwe hişt û bû şopdarê Mam Zekî û Dijwaran.”

‘Asayîşa me ya Êzidxanê li ser perspektif û xeta wî dimeşe’

Asayîşa Êzidxanê de dazanîn, bi sedan Şêrzadên din, li ser şopa fermandarê wan dimeşin û wiha hate gotin: “Em li ser perspektîf û xeta ku şehîd Şêrzad xîz kiriye, dimeşin. Bi sedan şagirt û şopdarên şehîd Şêrzad li ser şopa wî, di parastina Êzidxanê de cih digirin, xwedî li ked û xeyalên fermandarê xwe derdikevin. Emê bi mezinkirina hêzên xwe û saxlemkirina parastina Êzidxanê, ji ked û xeyalên wî re bibin bersiv. Bila çavê şehîdên me li paş nemîne, bi sedan Şêrzadên din li ser şopa wanin.”

‘Wê hesab ji dijminên kokê were pirsîn’

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê sersaxî ji malbata şehîd Sadûn Mîrza Elî ku di dema amadekariyên bîranîna şehîd Şêrzad Şemo de şehîd bû re jî xwest û got: “Em sersaxiyê ji malbata hêja ya Sadûn Mîrza Elî re dixwazin. Emê weke Asayîşa Êzidxanê li ser xeta van şehîdên hêja bimeşin, ji bo parastina Êzidxanê û pêkanîna xeyalên wan, têkoşîna xwe mezin bikin. Wê hesab ji dijminê kokê were pirsîn.”

 NAVENDA NÛÇEYAN

01/03/2024 Demjimêr 12:40

 

Show More
Back to top button