Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê dijî êrîşên Tirkiyeyê bang li cîhanê kir

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nexweşxaneyê sûcên şer in û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên tenduristiyê yên navnetewî, bijîşkên sînornenas kir ku dijî van êrîşan helwest nîşan bidin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê têkildarî êrîşên hovane ku dewleta Tirk a dagirker li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê pêk anîn, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi amdebûna endamên komîteyê li ber Nexweşxaneya Şehîdan a Xanesorê hate dayîn.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê Necla Newaf daxuyanî xwend û bibîr xist ku di 17’ê Tebaxê de nexweşxaneya Sikêniyê rastî êrîşa hewayî ya balefirên dewleta Tirk a dagîrker hatiye û sersaxî ji malbatên şehîdan re û şifaya xêrê ji bo tevhiya birîndaran xwest.

‘Tevî hemû astengiyan jî nexweşxaneyê pêşwaziya hemû nexweşan dikir’

Necla Newaf destnîşan kir ku di vê dema belavabûna vîrusa korona de, ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, nexweşxaneya Sikêniyê bi hemû xebatkarên xwe ve bi dil û can pêşwaziya hemû nexweşan dikir û wiha dom kir: “Ruxmî hemû astengiyan û nebûna destekê ji aliyê dewletê ve jî, bi berdewamî nexweşxaneya me di xizmeta gel de bû. Ev nexweşxaneya me bêyî ferq û cidahî xizmeta tevhiya gelên li herêmê dikir. Rexmî hemû astengiyan jî ji bo me tenduristiya gelê me ji her tiştî girîngtir bû. Ev nexweşxaneya me rastî êrîşeka hovane ya dûrî ji hemû pîvanên exlaqî hat.

Em wek Komîteya Tenduristiyê ya a Şengalê,  soz didin hemû hevalên me yê ku şehîd ketine. Heya dawî emê li ser vê xebatê berdewam bin, kar û xebatên xwe yên tenduristiyê berfirehtir û bihzêtir dewam bikin.”

Neclî Newaf di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên tenduristiyê yên navnetewî û bijîkên sînornenas kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengiya li hemberî sûcê şer, tê wateya destekdayîna êrîşan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button