Hevdîtinên şandeya Şengalê li Bexdayê dewam dike

Serdanên şandeyê a bi partiyên siyasî yên li Bexdayê re dewam dike. Berdevkê şandeyê ragihand ku hevdîtinên wan dewam dikin û wana ji partiyên siyasî xwestine hemberî gefên dewleta Tirk xwedî helwest bin

 

Di 18’ê Çile de Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler serdana Bexda û Hewlerê kir û gelek rêze hevdîtin pêkanîn. Piştî Akar û Guler bi heyeta pêre vegeriyan Tirkiyê gev li ser Şengalê xwarin kû ewê êrîş bikin.

Li ser van pêşketinên dawî re şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê ye û rêzehevdîtinan pêktîne. Şandeyê ku têde nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveber a Şengalê cih girtiye.

Serdanên şandeyê a bi partiyên siyasî yên li Bexdayê re dewam dike. Berdevkê şandeyê ragihand ku hevdîtinên wan dewam dikin û wana ji partiyên siyasî xwestine hemberî gefên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Di nava rojên derbasbuyî de şandeyê bi gelek aliyên sîyasî yên di Perlementoya Iraqê de, civiyan.

Berdevkê Şenadeya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo têkildarî hevdîtinên li Bexdayê ji rojnews re hin agahî parvekirine.

Herbo da diyarkirin ku ji roja peymana 9’ê Cotmehê a li ser Şengalê hat Îmzakirin ve, ew wek Rêveberiya Xweser di nava hewldanan dene û got; “Bi  berxwedan û hewildanên me ev peyman heya niha nehatiye pêkanîn. Lihevkirin ne di berjewendiya gelê herêmê deye. Di hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî re, mijara sereke gefên dewleta Trik yên li ser Şengalê ne. Me daxwaz ji hemû aliyan kir daku bi hevre hemberî dewleta Tirk xwedî helwest bin.”

Faris Herbo herî dawî got; “Di hemû hevdîtinan de nêzîkatiyek êrênî heye, daxwaza me jî, ya wan jî, pêkanîna mafê rewa ya gelên Iraqê ye. Li ser vî bingehî hevdîtinên me dewam dikin.”

Show More
Back to top button