Şêniyên Mexmûrê dijî êrîşên li ser Şengalê meşiyan 

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) bi meşek girseyî, êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin û diyarkirin ku berpirsê van êrîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê ye.

Îro di saetên êvarê de şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê meşek girseyî li darxistin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê destpêkir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û dovîzên ku li ser ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Şengal ne bi tenê ye’ û ‘Bimre îxanet’ hatîn nivîsîn, hatin hildan. Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî gelê Şengalê’, ‘Bimre îxaneta PDK’ê û ‘Bijî YBŞ û YJŞ’ hatin avêtin.

Li ber avahiya NY, ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê Mexmûrê, Hevserokê Şaredariya wargehê Bedan Pîranî daxuyaniyek da.

Bedran Pîranî got: “ Wek gelê Mexmûrê, em ji bo piştgirîdayîna gelê Şengalê niha kombûne û em van êrîşên namerdane yên li ser gelê me yê Şengalê bi tûndî şermezar dikin. Gelê me yê Şengalê hertim bi qetlîaman re rû bi rû maye û niha jî dewleta dagirker û barbar, dixwaze fermanên ku li ser gelê Êzidî çêbûne bi encam bike. Ev du rojin, gelê me yê Şengalê rastî êrîşên hovane tên. Ev êrîşên li ser Şengalê êrîşên tirsonekanin. Îro jî nexweşxane kirin armanc û sê caran bombe lê barandin. Di vê êrîşê de gelek şehîd û birîndar hene. Taybet yê ku di vê êrîşê de berpirsin, dewleta Iraq û hikûmeta herêmê ye. Ji ber ku ger îro dewleta Tirk bi sedan kîlometre dûrî sînorê xwe, cesaret dike êrîş bike, berpirsê vê Iraq e. Bêdengiya hikûmeta Iraq û ya herêmê tê wateya piştgirîdayîna êrîşan. Em van nêzikatiyên dijminane û bêdengiya re dibêjin êdî bese. Wek gelê Mexmûrê em heta dawî piştgiriya gelê xwe yê Şengalê dikin û xema gelê Şengalê xema me ye. Ti ferqa Wargeha Mexmûr û Şengalê nîne, em li pey heman dozê dimeşin û wê serkeftin bibe ya me. Em dûbare van êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Iraqê bi tûndî şermezardikin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bimre îxaneta PDK’ê’ bi dawî bû. ROJNEWS-MEXMUR

Show More
Back to top button