Endamên saziyên Şengalê: Iraq di ber êrişên qirkirina Êzidiyan de berpirsyare

Endamên sazî û rêxistinên Şengalê, Iraqê ji êrişên dewleta Tirk ên dijî Şengalê berpirsyar digirin û dibêjin, “74 ferman nekariye me qir bike, wê ev êriş jî nekarin me qir bikin. Em bi şahadetan gav bi paşve na avêjin û serî jî ji dijmin re natewînin.”

Duh balefireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê li navbera gundê Werdiyê-Ziravikê yê Tilizêrê de bombebaran kir. Di encama êrişê de Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Hem wext du êriş li dijî Şengal û Silêmaniyê pêkhatin. Di encamê de Dr. Sabrî Toprak û Sadûn Mîrza Elî şehîdbûn. Herdu welatparêz jî zewicîbûn û bavê zarokan bûn.

Balkêşe hemwextê van êrişan berpirsê Encûmena Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê Qasim El-Erecî li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re di hevdîtinê de bû. Xelkê Şengalê Iraqê ji van êrişên dewleta Tirk a dagirker berpirsyar digirin û dibêjin, armanc qirkirina civaka Êzidiye.

‘Iraq li beramber êrişên qirkirinê bêdenge’

Endama TAJÊ’ê Neam Şengalî dazanîn dema amadekarî ji merasîma şehîd Şêrzad Şemo re dikirin, Saziya Malbatên Şehîdan hatiye girtin û wiha axivî: “Dema ku me amadekarî ji bo salvegera şehîd Şêrzad Şemo dikir, dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan hedef girt û hevalê me Sadûn Şehîd kirin. Erdogan mîna DAIŞ’ê li ser axa Iraqê me dikûje, lê Iraq bêdeng e. Dixwazin bi van êrişan me qir bikin, lê şahadet me lawaz nake û gav bi me bipaş ve nade avêtin. Ev balafir di ezmanên Iraqê re derbas dibe û zarokên me şehîd dixe. Ev şermeke mezin e ji Iraqê re!”

’74 ferman nekarî me tine bike’

Neam Şengalî diyar kir, 74 ferman nekariye civaka Êzidî tine bike, wê êrişên dewleta Tirk jî nekare û wiha pêde çû: “Armanca êrişan tinekirina me ye, lê 74 ferman nekariye me tine bike.  Erdogan nêzî 8’ê Adarê êrişê me kir û bi taybet di rojên girîng de me hedef digirin.  Dixwazin me ji van rojan bêpar bihêlin. Her kî li beramber van êrişan bêdeng bimîne, ew jî hevkarê wî ye. Em bang li tevahiya xelkê xwe dikin, rê nedin sîxûr di nava wan de bijîn û dijminahiya ola me bikin.”

‘Hikûmeta Iraqê berpirsyare’

Hevserokê Meclîsa Zorava Xidirê Micêwi jî dazanîn, dewleta Tirk pêş çavê Iraqê êrişê civaka Êzidî dike û banga, ‘Divê Iraq berpirsyariyên xwe bicîh bîne. Ev êrişên qirkirinê li pêş çavê Iraqê û bi erêkirina wê pêktên. Ji van êrişan jî xuya dibe, hikumeta Iraqê hevkarê van êrişan e û piştgiriyê didiyê. Dixwazin me bi van êrişan qir bikin.’

ROJNEWS-ŞENGAL

 01/03/2024 Demjimêr 12:05

 

Show More
Back to top button