Helbusî di derbarê îstifakirina parlamenterên Sedir de daxuyaniyek da

Serokê Parlementoya Iraqê ragihand ku ji bo îstifakirina parlementerên Tevgera Sedir pêwîstî bi dengdanê nîne û karên pêwîst yên ji bo dagirtina cihên parlementerên Sedir giştî tên kirin û dibêje: “Li Iraqê xetimîna siyasî namîne.”

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî îro serdana Urdûnê kir û li gel şahê Urdunê Şêx Ebdula civiya.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî balkêşa ser istifakirina parlamenterên Tevgera Sedir û got; “Îstifakirina parlementerên Tevgera Sedir pêwîstî bi dengdanê nîne û karên pêwîst yên ji bo dagirtina cihên parlementerên Sedir giştî tên kirin. Piştî îstifakirina parlamenterên Tevgera Sedir ji Parlementoya Iraqê, wê li hev têgihiştinek cuda çêbibe û qeyrana siyasî wê di qonaxa bêde dewam neke.”

Duh bi şev li ser fermana Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir parlementerên Tevgera Sedir di saetên êvarê de nameya îstifayê pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê kirin. Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir pejirand û îmze kir. Bi vî awayî hemû parlementerên Tevgera Sedir ji parlementeriyê îstifa kirin.

Piştî serokê parlamentoya Iraqê Helbûsî nameya îstifaya bi komî ya parlamenterên Tevgera Sedir pejirand, bi şandek re berê xwe da bû Urdunê.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

 

Show More
Back to top button