“Ji derveyî Şengalê tu war û kesek min tune ye”

Dayê Gewrê Silêman a ku 7 sal li wargehên Başûrê Kurdistanê ma; ji ber ku êdî nikaribû hesreta axa xwe rabigire, vegeriya Şengalê. Dayê Gewrê çû meclisa gel û got; "Ji Şengalê pê ve cihê ku ez biçimê tune ye û ji bilî wê derê tu kes û tiştek min tune ye."

Şengal- Em her nûçeya ku li ser Şengalê dinivîsin bi fermana ku hatiye rakirin dest pê dikin. Em jê re dibêjin “ferman” ewqas ku ew wekî birînek veşartî di dilê her Êzidiyek ku ketiye ser riya koçberiyê de maye. Em dibêjin ‘Fermanê’ gelek jin birin û gelek bi tenê hiştin. Fermanek li ser van axan, bi hevkariya pergalên ku mêjiyê wan, armanca wan a jiyanê ji faşîzm, barbarî û hovîtiyê re vedikin û qirkirina jinan pêk hat rabû. Dara fermanê li ser Şengalê di destên serwerên ku ji hovîtiyê têr nabin de ye, hewl dide ku di her fersendê de li Şengalê bixe.

Hemû ferman bi yekbûna mêjiyê Osmanî pêk tê. Hişmendiya ku ferman di wê de hatine çêkirin yek e lê Êzidîtî-Kurdên ku ferman li wan hatiye rakirin û ev erdnîgarî ne yek in. Xeletiya zîhniyeta ku fermanan pêk tîne ew e ku civaka Şengalê û Êzidiyan werî berê dibînin an jî napejirînin. Her kesê ku rastiya Şengalê dibihîze diherike ber bi hevgirtin û hezkirina jinan ve. Yek ji wan Dayê Gewrê ye. Êşa ku wê ji Şengalê derxist, di dema mayîna xwe ya li wargehan de, tenêtî, hesta ku xwe aidê tu derê nabîne, şert û mercên dijwar û depresyona bajarên kon ên ku hatine çêkirin, li barê wê zêde kir. Dayê Gewrê ya ku nikaribû di bin barê êşê de bisekine, bi bez hat ser axa xwe û ket dilê jinên ku roj bi roj mezin dibin.

Piştî ku 7 salan li Başûrê Kurdistanê ma, wê çîroka xwe ya bi êş, tenêtî û xemgînî, ya ku jê re digot “ferman”, di dilê xwe de veşart û vegeriya axa xwe. Vegeriya xaka xwe ya ku bi fermanê jê derketibû. Dayê Gewrê ya ku dibejê; “Tiştekî wekî axa mirov, bawerî û gelê wê nîn e” bi hesretek mezin Şengalê hembêz kir û got; “Ez li vê dinyayê bi tenê me, ji Şengalê pê ve cihek min tune ye ku ez biçim, ji wê pê ve kesek nabe rêheval, ez hatim ku bi wê re bijîm.”

“Em mirovên vê axê ne”

Dayê Gewrê roja xwe ya ewil a li Şengalê li mala ku birayên wê li Xanesorê dane wê, ji bo hesreta bîranînên xwe yên berê têr bike di bêdengiyê de derbas kir. Dûre, çû Meclisa Gel a Xanesorê û ji Meclisa Gel a Xanesorê alîkarî xwest û got; “Min nikaribû hesreta axa xwe ragirim, ez vegeriyam, ew wargeh ne yên me ne, em mirovên vê axê ne, em bêyî wan nikarin bijîn.” Endamên Meclisa Gel û jinên TAJÊ’ê bi hev re bazdan alîkariya Dayê Gewrê. Di vê navberê de, Dayê Gewre çîroka xwe bi kurtasî ji me re vegot.

“Ma yên ku ji bo şîna min bi min re rêhevaltiyê bikin hene?”

Dayê Gewrê, jinek ku di hewaya ku ji nasnameya xwe hez dike de, porê xwe mîna riyên geliyên ku ber bi çiyayên Şengalê ve dabeş kiriye û ew êşa xwe bi îfadeya rûyê xwe rêûresma Êzdatiyê disekine şînê digre. Gava ku ew bi çavên xwe yên li pişt deryayek xumam veşartî li me dinêre, wisa kûr e ku ew tiştên dijî me jî bi me jî dide hîskirin. Dayê Gewrê dixwaze tiştê ku di hundirê wê de kom bûne bibêje, pêşî çavên wê dest bi axaftinê dikin; “Ger ez pişta xwe bidim çiyayan, şînên ku di hundurê min de civiyane der bikim gelo kesên şîna min re rêhevaltiyê bikin hene?” Çavên wê li me dinêrin dibêjin. Paşê, yek bi yek, gotinên wê dikevin nava kolanên Xanesorê. Mîna tiştên ku wê bi çavên xwe ji me re got temam bike, ew tiştên ku jiyaye wekî fermana xwe dibîne û fermana ku ji bo Êzdayetiyê ne wekî fermanek mezin a ku li ser van axan hatiye rakirin dibîne.

“Dê Êzdayetiyê ji holê rakirana”

“Ez li Xanesorê dijîm. Pêşiya fermanê, em wekî malbatek piçûk dijiyan. Paşê min hevjînê xwe winda kir. Tenê kurek, bûk û neviyên min hebûn. Em malbatek piçûk û bextewar bûn. Me xwe dispart hev û hev temam dikir. Rojek e ku ji bo min roja qiyametê bû min kurê xwe di qezayek gerîdeyê de winda kir. Neviyên min wê demê biçûk bûn, li cem min diman. Dilê min wekî fermanê bû. Ez berê jinek pir bi hêz bûm. piştre tenê mam. Her şev ez rûdiniştim û bi hêstiran heta sibehê şiyar dimam. Dema ku hê min hê wê êşa xwe dijiya, êşeke din lê zêde bû. Fermana mezin pêk hat. Ez tenê bûm, tevli girseya ku direviya bûm û me xwe spart çiyayan. Me zilmek mezin dît. Zarok, pîr, jin mirin. Berê fermanek bi vî rengî nehatibû jiyîn. Erdogan ev yek li me kir. Her kes dizane ku ew DAIŞ’in. Dema ku me xwe spart çiyayan, şervan hatin. Wan alîkariya me kir, xwarin û av dan me. Wan mezinên me dan pişta xwe. Em ji barbariya DAIŞ’ê parastin. Cîhan tev dizane, ger ew nebûna dê Êzdayetiya me nema bûya. Em Êzidî dixwazin tişta ku wan daye, me em pe rê bijîn. Pêşmergeyên PDK’ê tiştek ji me re nekirin. Li vê xakê cihê wan tune ye. Bila tu carî venegerin ser vê axê. Tu feydeya Iraqê ji bo me tune ye. Kazimî hat, balafirên şer li Şengalê xistin. Tiştê ku li me kir diyar bû. Em wî jî li ser vê axê naxwazin.”

“Li wargehan ne kêfxweşî, tenêtî heye”

Dayê Gewrê bi van gotinan behsa çûndina wargehên penaberan û serpêhatiyên xwe dike:

“Piştî ku ez ji çiyayan daketim, çûm wargeha penaberan a Arbat a li Başûrê Kurdistanê. Em li wargehan pir aciz dibûn. Tiştekî ku em bikin tunebû, em li dora konên xwe digeriyan. Me havîn û zivistana xwe di bin konan de derbas kir. Şert û mercên jiyanê zehmet bûn. Alîkariya ku ji me re hat kirin pir kêm bû. Her roj kon dişewitîn. Ew ne cihek bi ewlê bûn. Mînak, ez duh hatim Xanesorê, li baxçeyê mala xwe razam, xem û tirsa min nema, ez rehet bûm.”

Dayê Gewrê ku serpêhatiyên xwe yên li wargehê vedibêje, diyar dike ku tenêtiya xwe hin kûrtir dijî û lê zêde dike ku tenê nûnerên Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidî (PADÊ) yên Başûr xwedî li wan derketine û tenê yên ku serdana wan li wargehan dikin ew bûne, dema ku çûne nûnertiya PADÊ’ê wisa hîs dikirin ku wekî diçin malên xwe.

Ew naxwazin em vegerin Şengalê, me asteng dikin

Dayê Gewrê ya ku dibêje ew ji bo vegere ser axa xwe pere daye û axaftina xwe wiha didomine; “Ez nikaribûm li wargehê bisekinim loma vegeriyam axa xwe. Min bêriya axa xwe û cîranên xwe kiribû, nikaribûm êdî hesretê bikşînim. Gava ku ez hatim wan gelek tengasî derxistin pêşiya min. Heya ez gihîştim Şengalê, wan di hemû bendên kontrolê de astengî derxistin. Di berdêla pere de, destûr dan ku ez xwe bigihîjînim Şengalê. Ew naxwazin em vegerin Şengalê, ew me asteng dikin. Ew li ser me siyasetê dikin. Ez bi zor gihîştim warê xwe, Xanesora bajaroka Şengalê. Ev der pir guherî ye, bajar mezin bûye. Li Iraqê di nav cihên ku DAIŞ’ê êrîş kiriye de herî zû Şengalê xwe komî ser hev kiriye. Di rê de, min rewşa Mûsilê dît, bajarekî wêran e û hilweşiyayî ye, li gorî cihên ku em lê mane, Şengal di nava 7 salan de pir bi pêş ketiye û bedew bûye. Li vir meclisên gel hene. Jin pir pêşketî ne, jin berê nikaribûn derkevin ber derî, lê niha ew di her warî de pêşketî ne, bûyerên me dîtin, gelek tişt fêrî me jinan kirin. Em heyfa zilma ku li me hatiye kirin bi pêşxistina xwe hildidin. Em ê Şengalê biparêzin. Jin û mêrên Êzidî bi çekên di destên xwe de şengalê diparêzin. Divê her Êzidiyek ji bo parastina şengalê fêrî bikaranîna çekan bibe. Ev der cihê me ye axa ku em dikarin lê bijîn ev e em li vir mezin bûne û em ê li vir bimrin.”

Ew êdî ne bi tenê ye

Dayê Gewrê diyar dike ku ew di axa xwe de xwe tenê hîs nake û wiha dibêje; “Meclisa me ya gel heye. Meclisê alîkariya min kir, ne tenê ji min re, ji her kesê ku dibe alîkar re. Ez spasiya wan dikim.” Jinên Meclisa Gel û TAJÊ’ê bi hev re mala Dayê Gevre şûştin, paqij kirin û pêdiviyên wê bi cih anîn. Dayê Gewrê êdî li bajarê xwe ne bi tenê ye.

ROJBÎN DENÎZ

Show More
Back to top button