Li Şengalê ji bo Şehîd Tekoşer Botan konê sersaxiyê hat vedan

Li Şengalê ji bo Şehîd Tekoşer Botan (Îbrahîm Eliyas) konê sersaxiyê hat vedan

HPG’ê îro bi daxuyaniyek ragihand di 14’ê Gulana 2021’ê de li Girê Zendûra ya Metînayê di encama Şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de gerîlayê HPG’ê Tekoşer Botan (Îbrahîm Eliyas) ku xelkê Şengalê ye şehîdbû.

Piştî HPG’ê nasnameya şehîd eşkere kir, îro malbata şehîd li komalgeha Duhla a Şengalê konê sersaxiyê veda. Xelkê Şengal û derdora wê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.

Li gorî bîr û baweriya ola Êzdiyan wê sê rojan serdanên sersaxiyê werin qebûl kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button