‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan’

Civaka Êzidî ya ku di Çiyayê Şengalê de mal ji xwe re çêkirine û hatine parastin banga vegerê û parastina Şengalê li civaka Êzidî dikin û dibêjin: “Çavê li deriyan, xwelî li seriyan.”

Bi herikîna dîrokê re, yek ji xalên bingehîn a ji bo civaka Êzidî prastina wan a ji ferman û qirkirinê bûye. Ji bo parastina çand û baweriya xwe her tim serî li rêbazê xwespartina çiya dane û çiya ji xwe re kirine stargeh. Çiyayê Şengalê ku her dem himbêza xwe ji bo Êzdiyan vekiriye û ew xwedî kirine, wisa kiriye ku civaka Êzidî jî girîngiyek hîn bêtir bide çiyayê xwe.

Taybet piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku civaka Êzidî berê xwe dan çiyayê Şengalê û xwe tê de parastin, li ber xwe dan û bi ser ketin. Niha jî gelek malbat dest ji çiya bernedane û dibêjin me ji ferman û êrîşên li ser me rabûnî ders girtiye. Şêx Dexîl Derwêş ku li gundê Zivingê yê Geliyê Kersê dimîne, bi temenê xwe yê 60 salî karê rez û baxan dike. Dexîl dibêje: “Çiyayê me gelek tişt ji me re kiriye, wê em parastine û xwedî li me derketiye. Em niha li vir in ne ji ber ku em bê çare ne; lê di aliyê jiyanê de em ji bo parastina xwe li vir in.

Şêx Dexlî wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Em civaka Êzidî di dîrokê de rastî gelek ferman û êrîşan hatine. Kesekî em neparastin. Ya em parastin îradeya me ye û ev jî çiya ye. Gelek dewlet û rêxistin hene ku xwe wek parastvanê mafê mirov bi nav dikin, lê ev ne rast in û tenê peyva li ser ziman e. Ji bilî me kes li me xwedî dernakeve. Her tişt li ber çavan e, di dema fermana 3’ê Tebaxê de ev welatên dibêjin em mafê mirovan diparêzin tiştek ji me re nekirin, dîsa em neçar man berê xwe bidin vî çiyayî. Dîroka berxwedaniya çiyayê Şengalê gelek navdar e. Êzdî dest ji warên xwe bernadin, eger tenê kesek ji me bimîne jî em ê stûyê xwe li hemberî tu dijminî netewînin. Eger serê me bê jêkirin jî em ê li ser axa xwe bin û warên xwe biparêzin û xwedî li cihê bav û kalên xwe derkevin. Çiyayê Şengalê em xwedî kirine, ‘Çiya welatê me ye, hebûna me ye û bavê me ye’.”

Şêx Dexîl di dewama axaftina xwe de balê dikşîne ser îxaneta PDK’ê ya li hemberî Êzdiyan kirî û ragihand: “Di dema fermanê de her kes dizane ku hikûmeta Kurdistanê li me xwedî derneket û îxanet li me kir. Em spasiya gelê Kurdistanê dikin, lê wek hikûmet tu tiştek ji bo me nekirine. Ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin ku vegerin Şengalê û li axa xwe xwedî derkevin. Li ber xwe bidin û rê li ber fermana bigirin. Ev dibin 8 sal ku civaka me di konan de dijîn, pêwîst e Êzidî vegerin malên xwe û bibêjin bes e ji jiyana di koçberiyê de.”

Welatiyê bi navê Xêro Xwedêda jî kêliyên di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê jiyankirinî tîne zîman ku çawa gelê Êzidî ref bi ref berê xwe dan çiya û dibêje: “Bi hezaran kesî xwe li vir de bi cih kirin. Li ber siya darekê sê, çar malbat hebûn. Gelê me ji ber nebûna ava vexwarinê zehmetî didît. Eger wê demê me amadekarî kiribana, wê gelê me ewqasê zehmetî nedîtiba. Ji dema bav û kalên me ve heya niha, em karê çêkirina rezan dikin. Zehmetiya wê hene lê ji ber em li vir piştgerm in ku em dikarin xwe biparêzin, lewma me jiyana li çiya hilbijartiye.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞINGAL

Show More
Back to top button