Ji ber koça dawî ya Pêşîmam Hiznî Hesen Omer sersaxî ji civaka Êzidî re hate xwestin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, ji ber koça dawî ya Pêşîmam Hiznî Hesen Omer sersaxî ji civaka Êzidî re xwest.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ji ber koça dawî ya Pêşîmam Hiznî Hesen Omer peyameke sersaxiyê weşand.

Peyam wiha ye:

“Pêşîmam Hiznî ji malbateke welatparêz û xîretkêş bû. Ji herêma Torê ya Bakurê Kurdistanê bû. Malbata wî di dema serhildana Mala Haco de sala 1946’an li hemberî dewleta Tirk a faşîst, bi mala Haco re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Sala 1979’an ji ber zilm û zordariya rejîma Baasê bi malbatî berê xwe dide Elmanyayê.

Li Elmanyayê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji hingî ve bi germahiyeke mezin nêzî tevgerê bû. Li her qadê tevlî kar bû. Gorbihuşt Pêşîmam Hiznî demekê Serokatiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan û nûnertiya civaka Êzidî li nava KNK’ê kir. Her wiha di nava Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat de xizmeteke mezin kir. Herî dawî çi di Komîsyona Oldaran çi jî di nava Meclîsên Gundên Êzidiyan de xizmeta civaka xwe kir.

Koça dawî ya hevrê û pêşîmamê me Pêşîmam Hiznî ji bo civaka xwe, ji bo sazî û pêkhateyên me windahiyeke mezin e. Ew ji bo me cangoriyê ola Êzidî ye, em dibêjin cihê wî bila bihûşta zêrîn be.

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, bi navê sazî û pêkhateyên xwe hemûyan sersaxiyê ji malbata hevrê û pêşîmamê xwe Hiznî, tevahiya civaka Êzidî dixwazin û êşa wan parve dikin.”

ANF-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button