Çîroka min Çiyayên Şengalê ye – 2

“Em bi êşa dilê xwe ketibûn rê. Êş bareke giran bû, zehmetiyên rêwîtiyê me di navbera jiyan û mirinê de didomiya. Em dayik bi êşên dilê xwe dimeşiyan, bi wan êşan em gihîştin sînor.”

https://www.youtube.com/watch?v=ZyjHbA1hT0I

Leyla Celal li ser mezarane

Şengal – Em li gundê Hardan li ser banê Leyla Celal in. Li vêderê tiştên bi xwe, zarokên xwe û hemû gundê Hardanê jiyayî vedibêje. Paşê jî berê xwe dide aliyê çiyê û çiyayên nîşan dide parêzvanên xwe yên herî mezin dibîne.

Leyle bi van hevokan dest bi axaftinê dike: “Ez Leyle Celal im. Ji gundê Hardanê me. Çil sal in li vî gundî dijîm. Ez bi eslê xwe ji Zoravayê me. Piştî zewicîm hatim Hardanê. Berê jiyan pir zehmet bû, mercên jiyanê pir zor bûn lê têkilî, parvekirin, berê xweştir bûn. Em heft xwişk bûn û ji hev re weke hevalan bûn. Ez mezina hemûyan bûm, ji ber wê min hemûyan xwedî kir. Dayika min diçû xebatê, li çiyayan qirşûqal û sergînan berhev dikir. Ji ber ku ez zaroka herî mezin bûm, min xizmeta xwişkên xwe yên biçûk dikirin. Xwişka min a ku niha di destên DAIŞ’ê de ye, min wekî dayik û xwişk didît. Cihê her yekê ji wan li ba min cuda bû. Jiyana me bi tevahî li çiyayan derbas bû. Merc zehmet bûn lê ji ber ku parvekirinên me dibûn sedema bextewarî û aramiyê. Li Hardanê jiyan zor bû, em hemû dixebitîn, me çandinî dikir, genim dihêra. Carna me rojê 100 kerpîç çêdikirin, bi ereboka destan me axê dikişand, diçû ji newalê avê dianî. Tevî van karan em hemû dayik bûn, me zarokên xwe xwedî dikirin. Ji ber wê ji bo jinan jiyan zortir bû. Ew zarokên me yên ku me bi keda mezin û gelek zorî û zehmetiyan mezin kirin, di rojekê de ketin destên DAIŞ’ê!”

“Me qet texmîn nekir ku dê îxanetê li me bikin”

Leyle, bal dikşîne ku li gundê wan, feraseta jiyana hevpar hebû û wiha didomîne:

“Li gundê Hardanê, feraseta jiyana hevpar hebû. Her kes li hev difikirî jixwe hema bibêje em hemû xizmên hev in. Bi gundên cîran re jî navbera me pir baş bû. Şêniyên wan gundan hemû Ereb bûn. Ew dihatin cejn, şîn û şahiyên me, em jî diçûn ên wan. Zarokên wan dihatin li dibistana gundê me dixwendin. Me tu carî texmîn nekiribû ku dê îxanetê li me bikin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Qibletê kir, gundiyên cîran ji me re gotin ‘netirsin tiştek bi we nabe, neçin cihek.’ Me jî bawer kir. Li başûrê gundê Hardanê gundê Fera Lîna hebû, li rojhilatê me gundê Hecî Fadil hebû, li bakurê me jî gundê Gir Şebek hebû. Gir Şebek di derketina gundê me de bû ango li ser riya Hardanê bû. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir hemû derbasê DAIŞ’ê bûn.”

“Serê sibeha fermanê dema ku em ji xewê şiyar bûn me dît ku pêşmerge çûne”

Leyle radigihîne ku beriya fermanê li ser riya gundê wan benda kontrolê ya pêşmergeyên PDK’ê hebûye û diyar dike ku roja fermanê benda kontrolê hatiye valalkirin û wiha didomîne:

“Ji aliyê Qibletê bi telefonê digeriyan digotin ‘pêşmergeyan me hiştine çûne. Birevin canê xwe xilas bikin, ji nava Ereban derbikevin, wan li vir li me îxanet kirin dê li we jî bikin.’ Gotinên wan rast bûn. Dema ku em serê sibehê rabûn me dît ku pêşmerge li cihên xwe nîn in, ji me re tiştek negotibûn û çûbûn. Li gundê me gelek kesên ku bi pêşmergeyan re dixebitîn hebûn, ji wan re jî negotibûn. Tenê li çend kesan geriyan gotin ‘neçin cihek dê hêzên me werin.’ Destpêkê êrîşê gundê Koço kirin dûre hatin gundê me, bi gundiyên derdora me re êrîşê me kirin. Nîvroyê hatin gund, ji me re gotin potên spî bi malên xwe ve girê bidin, em tiştek bi we nakin’ û dûre çûn. Dûre kesên ji Qibletê li me geriyan gotin jin û keçan birine û mêran jî kuştine. Li ser vê yekê me jî amadekariya derketinê kir. Em nêzî 60-70 kes siwarê kamyonek mezin bûn, ên din jî bi wesayîdan li dû me dihatin. Em derketin rê, dema ku em nêzî Gir Şebek bûn, çeteyan riya me girtin.”

Leyle, hewl dide hemû tiştên jiyayî bi bîr bîne û didomîne:

“Gundiyên Ereb ên li derdora gundê Hardanê jî ji aliyê din ve hatin û me xistin dorpêçê. Tenê aliyê Zorava vekirîbû. Li wî aliyê jî riya wesayîdan tunebû lê dîsa jî hinek gundî bi wesayîdên xwe heta cihekî çûbûn, dûre jî peyatî domandibûn. Kamyona me qet nesekinî. Piştî ku em derbas bûn hemû riyan girtin. Hejmarek zêde çeteyên DAIŞ’ê hatibûn. Çekên giran li ser wesayîdên xwe bi cih kiribûn. Nêzî 30 wesayîdên ku piştî me hatin, hemûyan rawestandibûn. Dûre wan ji gund derxistibûn biribûn ser riya sereke. Li wir hemûyan ji wesayîdan peya kiribûn, jin, zarok, mêr û extiyaran ji hev veqetandibûn. Çi li ser wan hebû ji wan girtibûn. Ji ber ku ên vê yekê dikirin gundiyên cîran bûn, baş dizanibûn li ser kê çiqas zêr û pere hene. Ji hinekan re gotibûn, pereyê we zêde ye, bibêjin we li ku veşartiye. Ji sedî çil şêniyên gund ketin destên DAIŞ’ê. Hejmara wan 480 bû. Li wir, li ser riya sereke komek ji wan qetil dikin, davêjin çalên ku li derdora rê vekirine û ser wan digrin. Ên mayî jî li wesayîdan siwar dikin û dibin Telaferê.”

Awirên dayikên Hardanê bi fermanê ve eliqandî mane

Bêyî ku bizanibin çi bi zarokên wan ên li dû wan mane nikaribûne birevin, berê xwe dane riyên nediyar. Dema ku ew bi lezgînî ji cihê bûyerê dûr ketine, hemû dayikan ji kunên ereboka kamyonê li zarokên xwe nihêrîne. Awirên dayikan, bi fermana li wir re eliqandî mane. Ruhê wan û dilê wan, tu carî ji zarokên wan veneqetiyaye. Bedenên wan jî zanibûne ku tenê çiya wan diparêzin, berê xwe dane hembêza çiyayan. Her kes bi telefona xwe li kesên mayî digeriya lê çeteyan bersiv didan telefonên wan û digotin ku di destên wan de ne. Wê demê di çavên wan de tu wateya xilasbûnê namîne.

Piştî rêwîtiya di riyên çiyayî de berê xwe didin deşta Rebîayê. Rêwîtiyeke dirêj, zor û zehmet e. Ji Rebîayê derbasî Rojava dibin. Leyle li nava çavên me dinêre û wiha didomîne:

“Em bi êşa dilê xwe ketibûn rê. Êş bareke giran bû, zehmetiyên rêwîtiyê me di navbera jiyan û mirinê de didomiya. Em dayik bi êşên dilê xwe dimeşiyan, bi wan êşan em gihîştin sînor. Li wê derê tenê heval ji me re bûn alîkar. Hatin pêşiya me. Bi rojan em birçû û tî bûn, bi rojan em meşiyabûn, westiyayî bûn. Cih ji me re çêkirin, bi dilê xwe yê germ em pêşwazî kirin. Em ê tu carî tiştên ji bo kirine ji bîr nekin. Xwedî li me derketin, em du roj li ba wan man, dûre em derbasî başûrê Kurdistanê bûn, li wir 3 sal man.”

“Em vegeriyan gundên xwe yên ku cihê destpêka êşên me ne!”

Du kurên Leyle dikevin destên DAIŞ’ê û piştî roja fermanê, tu agahî ji zarokên xwe nagire. Dema li Başûr e xwe dûrî zarokên xwe dibîne. Piştî azadkirina Şengalê, berê xwe dide Şengalê, dûre jî berê xwe dide gundê xwe Hardanê. Ji ber gihîştina gund û axa xwe her çendî bextewar be jî, êşa wê mezin e lê dîsa jî mirov dibîne ku ji ber li axa xwe ye, derûniya wê baştir e. Çavên xwe digre û gotinên ji ser zimanê wê derdikevin, tevî şîna Êzidyan a ji ber fermanan, behsa girêdana axê dikin.

“Tu tişt wekî gund û mala mirov nabe. Ez razî me li gundê xwe bi êşên xwe re bijîm. Li Hardanê her jin ji zarokên xwe dûr maye, yan yek an jî çend zarokên wan di destên DAIŞ’ê de ne. Ê min jî du kurên min di destên DAIŞ’ê de ne. Li vir em xwe nêzî zarokên xwe hîs dikin. Em her dem difikirîn me digot ‘dibe ku rojek biçin malê û me nebînin.’ Em ji bo zarokên xwe vegeriyan gundên xwe yên ku cihê destpêka êşên me ne. Gelek kesan ji min re digotin ‘neçe tuyê nikaribî li wir debar bikî, li wê malê bîranînên te yê bi zarokên te re hene, tu yê çawa li wir bijî’ lê min guh neda wan, hatim gundê xwe. Ez dixwazim bi bîranînên zarokên xwe re bijîm. Qet tiştên em dijîn zor nîn in? Bêguman gelek zor in. Ez dixwazim zarokên min û yên gund hemû vegerin. Em dayik her roj dua dikin, bi hêviya zarokên xwe dijîn.”

JÎNHA- ROJBİN DENİZ

Show More
Back to top button