Li Şengalê serkeftina Gare hate pîrozkirin

Ciwanên me bi şahiyekê serkeftina gerîlayên HPG û YJA Star ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Çiyayê Gare pîroz kirin

https://www.youtube.com/watch?v=1x3HGPIJ_JE&feature=emb_logo

 

Şahî dûh di seatên êvarê de li ber konê berxwedana asayişa Êzidxanê pêkhat.

Şahî ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Ciwanên Jinên Êzdî (YCJÊ) ve hate organîzekirin.

Di şahiyê de ciwanê bi navê Şengal Qeyranî axaftinek kir û got; “Serkeftina gerîla li Çiyayê Gare, moralek mezin daye berxwedana Şengalê, berxwedan û serkeftina Garê dê ji bo me bibe hêza berxwedanê ya li dijî gef û êrişa Erdogan a li ser Şengalê.”

Şahiya ciwanên me bi daxuyaniyekê hate bi dawî kirin.

Di daxuyaniya Ciwanan de ev peyam hate dayîn. “Erdogan çawa ku li Çiyayê Gare bin ket, ger ku berê xwe bide Çiyayê Şengalê jî wê bin bikeve û yê carek din paşde bireve.”

Show More
Back to top button