Ji bo qirkirina Êzidiyan bê naskirin 80 hezar îmze pêşkêşê Swîsreyê hatin kirin

Ji bo hikûmeta Swîsreyê qirkirina Êzidiyan ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, bi awayek fermî nas bike, 80 hezar îmze pêşkeşê Konseya Federal ya Swîsreyê hatin kirin.

Ji bo hikûmeta Swîsreya qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê meha Tebaxê ya sala 2014’an kir, nas bike 80 hezar û 927 îmze hatin berhevkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin, ji aliyê Parlamenterê Parlamenteya Netewî ya Partiya Sosyalîst ya Swîsreyê Roger Nordman, Parlamentera Parlamentoya Netewî ya Keskan Natalîe Îmboden û komeke ji kesên şahidê hovîtiya DAIŞ’ê pêkhatî ve, pêşkêş Konseya Federal ya Swîsreyê hatin kirin.

‘Bi naskirina qirkirinê re wê rê li ber komkujiyên din bên girtin’

Di daxuyaniyê de ku li ser navê komê hat dayîn, bang ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan hat kirin. Hat bibîrxistin ku kiryarên hovane yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê bi Êzidiyan hatine kirin, di çarçoveya qirkirinê de ne. Hat destnîşankirin ku ger qirkirin bê naskirin wê rê li ber qirkirinên din bê girtin.

15 parlamenteran bang li Konseya Federal ya Swîsreyê kirin

Parlamenterên Parlamentoya Netewî Fabîan Molîna, Mûstafa Atici, Brîgîtte Crottaz, Laûrence Fehlman Rîelle, Frîedlî Claûdîa, Barbara Gysî, Martîn Landolt, Angelîna Moser Tîana Martîna Mûnz, Jon Pûlt, Ûrsûla Schneîder Schuttel, Prîska Seîller Graf, Lîlîan Stûder, Nîcolas Walder, Celîne Wîdmer, bi pêşniyaznameyekê bang li Parlamentoya Netewî kir ku sûcên qirkirinê ku DAÎŞ’ê li Êzidiyan kirine, nas bike.

Di pêşniyaznameyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘’Swîsre vê qirkirinê nas bike, kêm jî be wê edalet ji bo mexdûran bê cih û di heman demê de wê li gorî hiqûqa navnetewî wê di warê şopandina cezayî têkoşîna li dijî necezakirinê de soz bê dayîn. Bi naskirina qirkirina Êzidiyan, wê rê li ber sûcên wiha bê girtin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button