Ji Nexweşxaneya Şengalê re kampanyaya alîkariyê hate destpê kirin

Nexweşxaneya Sikêniyê di Tebaxa 2021’an de ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebaran kirin. Ji bo nûjenkirina nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.

Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê di 17’ê Tebaxa 2021’an de ji balafirên dewleta Tirk a dagrker e hatibû bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 jî birîndar bibûn.

Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi kampanyayekê xwedî li Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê derdikevin. Ji bo nûjenkirina nexweşxaneyê kampanyayek alîkariyê hate destpêkirin.

Daxuyaniya li ser kampanyayê wiha ye:

“Sazî û rêxistinên Êzidiyan bang li civaka Êzidî û dostên xwe dikin ku di vê meha pîroz a xêr û xêratan de ji bo alîkariya jinûve avakirina Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya li Şengalê bibin.

Kampanya alîkariyê bi pêşengiya van saziyan pêk tê: SMJÊ -Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî, NAV-YEK – Navenda Yekitiya Komelên Êzdiyan, HCÊ – Hevgirtina Ciwanên Êzdi, MŞD – Meclisa Şengal a derveyî Welat, HÊS – Hevbendiya Êzdiyên Suriyê NÇÊ – Navenda Çanda Êzdîxan, SMGÊ – Sîwana Meclîsên Gundên Êzdiyan pêk û PADÊ – Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdîxanê tê kirin.

Wek tê zanîn ku nexweşxaneya Sikêniyê di roja 17’ê Tebaxê 2021’ê ji destê dewleta Tirk bi êrişa droneyên bêmirov bûn armanca komkujiyekê. Di vê êrişa ezmanî de nexweşxane hat xirakirin û 8 mirovên sivîl bûn cangorî û 4 kes birîndar bûn.

Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ji bo tendirustî û dermankirina gelê sivîl ê bajarê Şengalê pêk dihat. Niha bi taybetî di dema nexweşiya û pandemiya Corona de pêwistiya nexweşxaneyê heye. Ji ber vê gelê Şengalê dixwaze bi xwe nexweşxaneya xwe ji nû ve ava bike û hewcedarê miletê xwe li derveyî welat e.

Sazî û pêkhateyên Koordînasyona Civaka Êzidî bang li xwedîderketina nexweşxaneya Sikêniyê û tevlîbûna van xêr û xêrata di van roj û cejnên pîroz dikin.

Kontoya Alîkariyê:

Dachverband des Êzîdischen Frauenrats e.V. Mijara Alîkariyê (Verwendungszweck): Krankenhaus für Sikêniyê Bank: Kreissparkasse Bielefeld

IBAN: DE73480501610001296540

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button