Jinek din a Êzidî hat rizgarkirin
Şevanên YPJ’ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de jineke din a Êzidî rizgar kir.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya l Wargeha Holê dewam dike. Gorî nûçeya ANHA’yê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jineke din a êzidî rizgar kir.
Hêjayî gotinê ye di heman pêngavê de beriya niha jineke din a Êzidî bi operasyoneke taybet hatibû rizgarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dest pê kiribû.
ROJNEWS NAVENDA NÛÇEYAN